Di sala 2021’an de 28 hezar kesan ji Başûrê Kurdistanê koçî Ewropayê kirine

Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyane ragihand ku di sala 2021’an de ji Herêma Kurdistanê 28 hezar kesan ber bi welatên Ewrupayê koç kirine, 38 kesan jiyana xwe ji dest dane û 670 kes jî hatine destgîrkirin.

Li navçeya Ranyayê ya Başûre Kurdistanê, Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyane, derbarê rêjeya koçberiya welatiyan ya ber bi welatên Ewropayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de serokê Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyane Kurdistanê Bekir Elî da zanîn di sala 2021’an de 28 hezar welatî ji seranserê Herêma Kurdistanê, berê xwe dana welatên Ewropayê. Ji vê hejmarê 38 kesan jiyana xwe ji dest dane û 670 kes jî hatine destgîrkirin.”

Bekîr diyar kir ku rêjeya koçberiya welatiyan ya ber bi welatên Ewropayê zêde dibe û ev jî metirsî ye û got, “Divê Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo rawestina koçberiyê, xwedî bernameyek lezgîn be û daxwazên welatiyan bi cih bîne.”