Di rûniştina Doza Sûrê de êrîşî girtiyan hate kirin!

Di rûniştina Doza Sûrê de bi daxwaza heyeta dadgehê polîs û jendermeyan êrîşî girtiyan kirin.

Di doza darezandina sivîlên ku ji Sûrê derketin, girtiyên ku nerazîbûna nîşanî mafê xweparastinê dan, ji aliyê polîs û leşkeran ve li navenda nalonê bi erdê re hatin dirêjkirin û derbkirin. Girtiyên ku li pêş çavên heyeta dadgehê hatin derbkirin dirûşmên “Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe” qîr kirin.

Di rûniştina doza 40 kesên ku 32 jê girtî û nûçegihanê Ajansa Nûçeya a Dicleyê (DÎHA) Mazlûm Dolan jî di nav de ku dema li navçeya Sûr a Amedê êrîşên qirkirinê di hatin meşandin asê mabûn, girtî û temaşevan hatin derbkirin.

Di rûniştina ku li 5. Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê hate dîtin kû sûcdar bi Kurdî parastina xwe kirin, dema ku Dilşad Şengul daxivî, serokê dadgehê gotinê wî birî û got: “Sûcdar çîrokan dibêje” daxwaz kir kû biçe cihê xwe. Şengûl ê ku li ser qûtkirina axaftinê wî û rê neda parastina xwe bike, bi îsrar xwest axaftinê xwe bidomîne. Li ser vê serokê dadgehê daxwaz ji jendermeyan kir ku sûcdar ê girtî derxîne derveyî salonê.

Şengûl û girtiyên din ên ku nerazîbûn nîşan dan, polîs û jendermeyan êrîşî wan kirin. Dema ku girtî bi erdêre hatin kaşkirin û ji salon der dixistin dirûşmên “Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin. Di dema êrîşê de Remziye Tosûn a girtî bi erdêre dihat kaşkirin, keça wê Bêrîtan a 3 salî ji destan girt û xiste hundir.

Êrîşî malbatên ku zarokên wan hatin derkirin jî kirin. Polîsan, malbat derbkirin û ji salonê derxistin. Êrîş di korîdorên edliyeyê jî dewam kir.

Di salaona rûniştinê de ji derveyî heyeta dadgehê, dozger,parêzer, polîs û leşkeran ti kes din nemabû.