Di rojekê de 30 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatin destgîrkirin

Duh hêzên rejîma Îranê di nava rojekê de li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 30 welatiyên Kurd destgîr kir.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, duh hêzên ewlekarî û îttîlaatê yê rejîma Îranê bi ser malên gelek welatiyên Kurd ên bajarên Bane, Seqiz, Bukan û Pîranşarê de girtine û zêdetirî 30 kesan destgîr kirine.

Çavkanî dibêje ku di dema destgîrkirina welatiyan de hêzên rejîma Îranê bi lêdan û tundiyê ve bi ser welatiyan û malên wan de girtine.

 Her wiha hate diyarkirin ku hin ji wan kesên hatine destgîrkirin, girtiyên siyasî yên berê bûne. Têkildarê sedema destgîrkirina van kesan de agahî nehatin bidestxistin.