Di roja 3. a Nobeda Wijdan û Edaletê de tiştên hatîn jiyîn

Nobeda Wijdan û Edaletê di roja 3’emîn de bi serdanên nûnerên STK’ê, gel û çapemeniyê dewam kir, polîsan di dema nobedê de hewl da ciwanên dirûşima “Ji bo Pirsûsê edalet” qêr kirin, biçav bikin.

Nobeda Wijdan û Edaletê îro bi serdanên gel û nûnerên STK’ê dewam kir.

Polîs, kesên hatin sedanê bi awayekî sînordar kirin rêz û rê dan derbas bibin, ên hatin jî dest danîn ser nasnameyên wan. Komeke ku hate serdanê dirûşma “Ji Pirsûsê re edalet” qîr kirin. Li ser vê polîsên ku hatin cihê nobedê, xwestin ciwanan binçav bikin. Li ser nehiştina tenê ya parlementer û gel, polîsan nekarî ciwan biçav bikin.

Di nav kesên hatin serdanê de Hevşaredara berê ya Ebexê Sûna Atabay dema derketinê, bi hinceta di berbarê wê de biryara lêgerînê heye hate binçavkirin.

Îro bi rêzê ve rêveberên HDP û BDP’ê yên navçeyê, Navnda Giştî ya KESK’ê, Ciwanên ESP’ê, rûspiyên eşîretên cuda cuda, Însyatîfa Dayikên Aştiyê û gel serdana Nobeda Wijdan û Edaletê kirin.

Nobeda Wijdan û Edaletê wê saet 20:00’ê şevê çalakiya dengderxistinê bê lidarxistin. Wê piştre jî bi gotina stranan ve dewam bike.