Di pêngavê de 1203 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, ku 8'ê Hezîranê dest pê kir û pêr bi dawî bû, 1203 leşkerên Tirk hatin kuştin, 290 leşker jî birîndar bûn.

Fermandairya Herêma Zagrosê ya HPG'ê, bîlançoya pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş eşkere kir ku 8'ê Hezîrana 2017'an dest pê kiribû û bi çalakiya fînalê ya li Şemzînanê qediya.

Fermandariya Herêma Zagrosê ya HPG'ê bi rêya cîhaza ragihandinê ji rêveberiyên eyaleta Zagrosê û hêzên herêmê re axivî. Bi navê Fermandariya Herêma Zagrosê endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Amed Malazgîrt axivî û hemû hêzên gerîla yên tevlî pêngavê bûn, ji ber performansa xwe ya serketî pîroz kir.

QONAXA YEKEMÎN A PÊNGAVÊ Û ÇALAKIYÊN XURT ÊN GERÎLA

Malazgîrt ji hêzên gerîla yên li herêma Zagrosê re wiha axivî: "Roja 8'ê Hezîranê bi çalakiyên bi bandor ên gerîla yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê re qonaxa yekemîn a pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş dest pê kir. Kemînên li ser rêya Çelê-Colemêrgê, çalakiyên sabotajê yên li Bajêrganê, serdegirtina girên li Şemzînanê û çalakiyên li Govendê û Xapuşkê weke qonaxa destpêkê ya pêngavê bi rengekî bê navber dewam kirine û kiriye ku artêşa TC derbên giran bixwe û gelek kuştiyan bide. Artêşa TC ku ji ber çalakiyên xurt ên gerîla derbên giran xwar, roja 6'ê Tîrmehê bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê berê xwe da Qela Bedeve û derdora wê û li vê derê dest bi operasyonê kir. Li hemberî vê operasyona dagirkeriyê ya dijmin, gerîla 26 rojan bi xurtî li ber xwe dan û kirin ku artêşa Tirk gelek kuştiyan bide. Hêzên dijmin ên gelek kuştî dan, piştre neçar man xwe vekişînin.

QONAXA DUYEMÎN A PÊNGAVÊ Û BANDORA ÇALAKIYÊN GERÎLA

Di demekê de ku medya şerê taybet a dewleta Tirk timî digot, 'gerîla qediya, li ber qedandinê ye', li ser rêya Çelê-Colemêrgê bi 3 çalakiyên sabotajê û kemînê qonada duyemîn a pêngavê dest pê kir. Bi qonaxa duyemîn a pêngavê re dijmin şoq bû. Qonaxa duyemîn bi çalakiyên bi bandor ên gerîla dewam kir.  Di çarçoveya çalakiyên xurt ên gerîla de, li Şemzînan û Bajêrganê dijmin ber bi eraziyê ve hate kişandin û lê hate xistin. Li dijî alaya Girana ya Rûbarokê bi çekên giran çalakiyên bi bandor hatin kirin, li Çelê jî li hemberî yekîneyên dijmin ên li ser giran û yên rê çêdikirin çalakiyên xurt hatin kirin.

SERDEGIRTINA QEREQOLA ÇEMANÊ BÛ ASTA HERÎ BILIND A PÊNGAVÊ

Artêşa Tirk ji bo pêşî li tempoya çalakiyan a gerîla bigire, bi bikaranîna teknîk û teknolojiya pêşketî re li herêmên Oremar, Sumbul, Cîlo yên Colemêrgê û herêmên Adilbeg, Barzan û Xeregol ên Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonan kir. Tevî ku ev operasyon dewam dikin jî, hêzên dijmin zêdeyî 100 kuştî da û operasyon li bin ketin. Gerîla, li gel derfetên xwe yên kêm, dîmenên çalakiyên xwe kişandin, li çapemeniyê belav kirin û bi vî rengî rastî ji raya giştî ya cîhanê re eşkere kirin. Herî dawî di çalakiyên hevdem ên li dijî qereqolên Çeman, Begijne û Bêluta yên Şemzînanê de, çalakiya serdegirtinê ya li dijî nîzamiyeya qereqola Çemanê bû çalakiyên asta herî bilind ên qonaxa duyemîn a Pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş. Ev çalakî bi ruhê êrîşê yên gerîla hatin kirin. Piştî çalakiyan fermandarî û şervanên eyaletê nîqaş kirin û biryara qedandina pêngavê dan."

Malazgîrt di dawiya axaftina xwe de gerîlayên di pêngavê de şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em hevrêyên xwe yên bi ruhê fedayî di pêvajoya pêngavê de têkoşiyan û şehîd bûn bi bîr tînin, hemû hevrêyên keda xwe di vê pêvajoyê de heye pîroz dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Bêguman di vî şerê mezin de şehîdên me jî çêbûn. Rojane me ev agahî ji çapemeniyê re ragihand."

DI PÊNGAVÊ DE 1203 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Bîlançoya Pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş bi vî rengî ye:

Çalakiyên gerîla:                                424

Leşkerên TC ên hatin kuştin:        1203

Leşkerên TC ên birîndar bûn:         290

40 wesayitên leşkerî û zirxî hatin rûxandin

14 wesayitên ku ji bo çêkirina qereqolê û rêyên qereqolan kar dikirin, hatin rûxandin

Helîkopterek bi tîpa Skorsky hate xistin, derb li 3 helîkopteran hate xistin

Artêşa Tirk 112 caran bi balafirên şer êrîşî herêmên Zap-Zagrosê kir

Êrîşên bi obus, hawan û tankan ên artêşa Tirk her roj bi rengekî bê navber dewam kirine.