Di operasyona YBŞ/YJŞ de gelek çek û cebilxane hatin dîtin

Hêzên YBŞ-YJŞ'ê derdora gundên Neînê, Golat û Xana Şahwaniyê yên Şengalê ji bermahiyên çeteyên DAÎŞ'ê paqij kirin. Di operasyonê de gelek çek û cebilxane hatin dîtin.

Piştî ku di 24'ê Tîrmehê de du Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve li Şengalê hatin qetilkirin, YBŞ û YJŞ'ê tevî artêşa Iraqê, Heşdî Şabî û hin hêzên herêmê li gundê Golatê dest bi operasyonê kirin.

Di encamê de du çete hatin kuştin.

Di çarçoveya heman operasyonê de hêzên YBŞ û YJŞ'ê di 25'ê Tîrmehê de li gundên Neînê, Golat û Xana Şahwaniyê dest bi opersyonê kirin.

Piştî demekê hêzên YBŞ-YJŞ herêm kontrol kirin.

Di vê operasyonê de kozik û stargeheke çeteyên DAÎŞ’ê hate dîtin. Li wê deverê gelek erzaq, cil û berg, cebilxane, çekên kalaşnîkov, çeka M16 û rextê wê, sê teqemeniyên bi dest hatine çêkirin û tiştên jiyanî hatin peydakirin.

Tişta balkêş ew bû ku nasnameya Hecî Hesen Hemo li stargeha DAÎŞ'ê hate dîtin ku 24'ê Tîrmehê ji aliyê çeteyan ve hatibû qetilkirin.

Operasyonê heta saet 20'ê êvarê dom kir. Ji bo ewlehiyê jî beşek ji hêzên YBŞ-YJŞ li herêmê hatin bicihkirin.

Di 11’ê Tîrmehê hêzên YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) Yekîneya yekemîn a serketî (Nusrel Mûbîn) Hasd Asayirî, Artêşa Iraqê û Heşd-î Şebî li herêma Cizîrê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek dabûn destpêkirin.

Di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûbûn, gelek cebilcane û tiştên jiyanî hatibûn desteserkirin.