Di Nobetên Edaletê de banga xwedî li Kurdî derkevin hat kirin

Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran berdewam dikin de bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişandin ser polîtîkayên bişaftinê û banga xwedî li Kurdî derkevin hat kirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk ji hêla xizmên girtiyan ve li gelek bajaran hatiye destpêkirin didome.

WAN

Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 78’an de didome. Nobet, li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tê lidarxistin û gelek xizmên girtiyan tevlî nobetê bûn. Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxedana zindanan" hatin berzkirin. Xizmên girtiyan stranên bi Kurdî gotin û bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê banga xwedîderketina li zimanê Kurdî kirin. Çalakvanan bal kişandin ser têkoşîna li dijî pişaftinê û gotin ku zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e. Di çalakiyê de hunermendan strana “Zimanê Kurdî” striyan.

AMED

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 79’emîn de berdewam dike. Di nobetê de malbatên girtiyan pêşmalkên ku “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li ser dinivîsîn li xwe kirin. Malbatên girtiyan bal kişandin ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê. Malbatên girtiyan anîn ziman ku divê herkes bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û gotin: “Zimanê me rûmeta me ye û heta ku zimanê dayikê nebe jiyan ne pêkan e.” Di çalakiyê de her tim dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “Zimanê me rûmeta me ye” hate berzkirin.

ÊLIH

Çalakiya malbatên girtiyan a li Êlihê di roja 21’emîn de li avahiya DBP’ê ya Bajêr berdewam kir. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî serdana malbatan kirin. Di serdanan de bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan. Her wiha dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin.

ÎZMÎR

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê jî di roja 25’emîn de berdewam kir. Ji bilî girtiyên 30 sal bûn di girtîgehê de bûn gelek welatiyan serdana çalakiya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bayrakliyê didome kir. Di çalakiya nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bayrakliyê xwest ku polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin. Silik, banga piştevaniyê li raya giştî kir.

MÊRDÎN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan li Mêrdînê li avahiya Rêxistina DBP’ê daye destpêkirin berdewam dike. Gelek kesan serdana çalakvanan kirin. Di Nobeta Edaletê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û stran hatin gotin. Di dema çalakiya nobetê ya perwerdehiya Kurdî berdewam dikir de bal hate kişandin ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê. Yek ji Dayikên Aştiyê Sûltanî Acibûca wiha got: “Em dixwazin êdî Serokê xwe di nava xwe de bibînin.”