Di Newroza Erzînganê de xwedî li banga Rêber Apo derketin
Li Erzînganê piştî 8 salan Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Di Newrozê de bal kişandin ser banga dîrokî ya Rêber Apo û xwedî li bangê derketin.
Li Erzînganê piştî 8 salan Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Di Newrozê de bal kişandin ser banga dîrokî ya Rêber Apo û xwedî li bangê derketin.
Li Erzînganê piştî 8 salan, Newroz bi şîara ‘Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk’ hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Taxa Ulular hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dersimê Ayten Kordu û ji derdorên bajêr gelek kes û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.
Li vir ji ESP’ê Orhan Çelebî axivî û Newroz pîroz kir. Çelebî qala banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê jî kir û banga xwedî derketina li bangê kir.
Endamê Partiya Kedê (EMEP) Orhan Kurul jî ev tişt got: “Di Newrozê de gelan agirê azadiyê vêxistiye. Ev demek dirêje Kurd alîgirê aştiyê ne. Bila carek din destê ji bo aştiyê, paşde neyê şandin.”
Parlamentera Dersimê Ayten Kordu jî destnîşan kir ku ew ê bi banga Rêber Apo re civaka demokratîk ava bikin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî krîzên heyî bi bîr xist û bal kişand ser peyama Rêber Apo. Uçar diyar kir ku gel gavên şênber dixwaze, lê tevî vê jî dewlet gavên şênber naavêje û operasyonên cuda pêk tîne û got, dema mezinkirina banga Rêber Apo hatiye.
Piştre li dora agirê Newrozê govend hate gerandin.