Di nava 8 mehan de 42 kolber hatin kuştin

Ji ber êrîşên hêzên rejîma Îranê, di nava 8 mehan de 42 kolberan jiyana xwe ji dest dan, 400 kolber jî birîndar bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê, di nava 8 mehan de 42 kolber ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin, 400 jî birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, bîlançoya êrîşên hêzên rejîma Îranê yên li dijî kolberan (Kesên ku bi pereyan li ser sînor bar hildigirin) eşkere kir.

Bîlançoya ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan ve hate eşkerekirin wiha ye:

"Mirina kolberan a ji ber guleyên hêzên Îranê yan jî di dema revê de ketine xwarê 37 kes.
 
Ji ber aşûtê 4 kolberan jiyana xwe ji dest dane.
 
Ji ber giraniya kar, kolberekî jiyana xwe ji dest daye.
 
Birîndarbûna bi guleyên hêzên çekdarî 42 kes.
 
Birîndarbûna ji ber reva ji hêzên çekdarî 3 kes.

250 kolber û kasibkar hatine desteserkirin.

Di qezaya wesayîtan de 5 kolber birîndar bûne.
 
Ji ber teqîna mayîna 6 kes bûne astengdar.
 
Heqareta, (tazîkirin) li kolberên Kurd 30.
 
Cezayê girtîgehê li 45 kesan hatiye birîn."