Di nava 3 salan de 27 karkerên ji Wanê bûn 'qurbanî'

Hefteya derbasbûyî karkerekî ji Wanê ji înşaetê ket û jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî hejmara qurbaniyên kuştina li kar di nava sê salan de bû 27 kes.

Bi taybetî di havîn û payîzê de ku sezona karê înşaetê dest pê dike, ciwanên Kurd neçar dimînin ku biçin metropolên mezin ên Tirkiyeyê ku bixebitin. Ji ber bêkarî û xizaniya li Wanê û bajarên din ên Kurdistanê ciwan neçar dimînin bi erzanî li bajarên Tirkiyeyê bixebitin. Bi giranî jî li karên ewlekariya xwe nîne tên xebitandin.

Ciwan ji ber vê yekê dibin qurbaniyên kuştina li kar. Ciwanên ku bi salan dûrî malbata xwe dixebitin ya bi seqetî vedigerin malê, ya jî cenazeyên wan. Di nava sal û nîvekê de 9 karker, meha Gulanê û Hezîranê jî 2 karkerên din jiyana xwe ji dest dan. Bi vî rengî hejmara karkerên ji Wanê yên di nava sê salan de li karê înşaetê jiyana xwe ji dest dan bû 27 kes.

Li navçeya Kepez a Antalyayê 13'ê Nîsana 2019'an Mehmet Kilinç (28) ê li înşaeta Sûr Yapi dixebitî ji qatê 11'an ê înşaetê kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Kûdrettîn Kirengîn (41) ê ji navçeya Qelqelî ya Wanê ku bavê sê zarokan bû ji qatê 6'an ê înşaeta lê dixebitî kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

'CIWANÊN KURD WEKE HÊZA ERZAN A KAR TÊN DÎTIN'

Ji Baroya Wanê parêzer Cemal Demîr der barê mijarê de agahî da û bal kişand ser bêkariya mezin a li herêmê. Demîr diyar kir, ku ciwanên Kurd weke hêza erzan a kar tên dîtin û got, "Ji ber ku rêziknameya ewlekariya kar bi cih nayê anîn û kontrolkirin mirov li kar jiyana xwe ji dest didin. Hema bêjin li her înşaetê rewşeke bi vî rengî rû dide. Eger tedbîr neyên wergirtin wê qeza rû bidin. Mirov ji ber bêkariyê li înşaetan dixebitin. Înşaet yek ji karên herî metirsîdar e."