Di nav mehekê de li Wanê 4 kes li ser kar mirin

Li Wanê ya ku hejarî û bêkarî zêde ye, ciwanên Kurd ku mehkûmî sektora înşeatê bûne, roj bi roj dimirin. Di nav vê meha dawî de li Wanê çar ciwan li ser kar, bi qezaya kar mirin.

Ji ber politikaya hejarkirin û koçberkirinê ya dewleta Tirk û AKP’ê ya li ser Kurdistanê bi hezaran ciwanên Kurd bêgav dimînin ji bo ku bixebitin diçin bajarên Tirk û li înşeatan dixebitin. Her sal bi sedan Kurd li ser kar, bi qezayên kar dimirin.

Di nav vê meha dawî de çar karkerên înşeatê yên Wanî jiyana xwe ji dest dan.

Wan, li gel ku bajarekî li ser sînor e jî bajarekî hejar e. Ne tenê Wan, Bitlît, Mûş, Agirî, Erdexan û Colemerg jî di nav bajarên herî hejar de ne.

Her sal gelek mirovên Wanê li înşetan ji ser avahiyan dikevin û dimirin. Di navbeyna salên 2020-2021’an de bi kêmanî 50 karkerên ji Wanê bi qezayên ser kar mirin.

Oksuz ê ji Erdîşa Wanê ku ji şantiyeya metro ya Başakşehîr a Stenbolê ketî, dema ku dixebitî kete bîreke 7 metro. Oksuz rakirin nexweşxanê lê nehate xilaskirin.

Birayê mezin ê Oksuz, Ercan Oksuz diyar kir ev ne qeza ye, kuştin e û wiha got: “Hêvî û xeyalên ciwanekî nîvco man. Mixabin bavê Egîd ê 3 salî, yê Zîlana 8 salî, yê Delîla 9 salî û Beratê 13 salî êdî nîne. Armanca birayê min ew bû ku pariyek nan bîne malê. Mixabin ciwanên Kurd wê li înşetan xebatê bidomînin, ji ber ku ti rêyeke dî ji wan re nehatiye hiştin. Mirina Maşallah ne ya pêşî ye û ne jî wê bibe ya dawî. Ciwanên Kurd mehkûmî birçîbûnê kirine, zor li wan tê kirin ku di karê wiha de bixebitin.”

Vê meha dawî Yusif Çevîk (19), ê ji Erdîşê dema ku li Izmîrê li înşetê dixebitî ji qata çaran ket û bû qurbanê kuştina ser kar.

Ahmet Çolak (25) ê ji navçeya Qelqelî jî bû goriyê qezaya ser kar.

Ji Payizava Hekîm Gulalan jî li Edene dema ku li ser kar bû, vînc kete ser û mir.