Di kongreya DBP'ê de komplo û tecrîd hatin şermezarkirin

Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Amedê kongreya xwe pêk anî. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saslîha Aydenîz û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li kongreyê axivîn û komplo û tecrîd şermezarkirin.

Rêxistina Amedê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi şiyara "Em bi ruhê yekîtiya neteweyî ber bi civaka azad ve dimeşin" 5'emîn kongreya xwe ya awarte pêk anî.

Kongre li Navenda Demîrok a li navçeya Baglarê tê lidarxistin û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenter û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û gelek ji şêniyên bajêr tevlî bûn.

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Garîp Kandemîr li kongreyê axivî û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin şermezar kir. Kandemîr diyar kir ku sîstema tecrîdêya Îmraliyê Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve dehf dide.

Di kongreyê de li ser têkoşîna demokrasî û azadiyê ya siyaseta Kurd sînevîzyonek hate nîşandan.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi şermezarkirina komploya navneteweyî dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku komplo ne tenê li dijî Ocalan her wiha li dijî gelan hemûyan hate kirin.

Guven anî ziman ku li dijî êrişên li hemberî Kurdan divê ew yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, bi yekîtiya neteweyî têbikoşin û got, "Armanca me ya sereke divê yekîtiya neteweyî be. Bi ruhê yekîtiyê û yekbûnê divê em li hev kom bibin. Ev kar karekî pîroz e, em ê bi hev re vî karî bikin."

Guven diyar kir ku li cîhanê gelê herî rêxistinbûyî li mafên xwe xwedî derdikeve Kurd in û got, "Rayedarên Tirk çi dibêjin bila bêjin, ne xema me ye. Em berê xwe didin gelê xwe. Em ê bi gelan re bi ser bikevin. Îro çi dibe bila bibe, encam wê bêhempa be."

AYDENÎZ: DIVÊ EM BI HEV RE LI BER TECRÎDÊ RABIN

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî bi bîr xist ku tecrîd 21 sal in didome û got, "Bi hiqûqa şer xwestin ku Tirkiyeyê biafirînin ku bi faşîzmê tê birêvebirin. Li her herêma Kurdistanê tecrîdê ferz dikin. Di şexsê Ocalan de gelê Rojhilata Navîn hatiye tecrîdkirin. Divê em bi hev re li ber tecrîdê rabin."

Aydenîz jî ji bo parastina destketiyên Kurdan bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got, "Ne ji bo berjewendiyên şexsî divê em li berjewendiyên gelan bifikirin. Tirkiye ne tenê bi hêza xwe, bi hêza ku ji dewletên neteweyî werdigirin êriş dike. Divê Kurd bibin yek."

Di kongreyê de Seval Gulmez û Mehmet Bakir ji bo Hevserokatiya DBP'ê ya Amedê hatin hilbijartin.