Di komkujiya li Mêrdînê de şopa dewletê

Li Mêrdînê 4 kesên ku têkildarî qetilkirina 5 kesan hatîn sewqkirina edliyeyê, hatin girtin.

Di 19’ê Çileyê saet li derdora 00.30’an de wesayîteke bi plakaya Iraqê li devereke di navbera navçeya Nisêbîn û Qoserê de de rastî êrîşa çekdarî hatibû. Di êrîşê de welatiyên bi navên Hindirîn Abdullah Salih (39), Wahîda Heyder Casim (63), Abdullah Saleh Mûstafa (69), Çîmen Şahîn Xalid (75) û Ahmed Celaleddîn Îbrahîm (45) ên ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatibûn qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê de 5 kes hatibûn destgîrkirin. Kar û barên îfadegirtinê yên li fermandariya cendirmeyan bi dawî bûn.

F.A., A.K., Ç.B., M.Y. û M.Ş. ên piştî îfadeyê sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin, dozger bêyî ku îfadeyên gumanbaran bigire, yekser bi daxwaza girtinê ew sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Mêrdînê kirin. Her wiha ji bo nimûneya DNA'yê ji gumanbaran 3 jê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hatin kirin.

Piştî ku her 3 kes dîsa anîn, lêpirsîna li Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Mêrdînê destpê kir.

‘BI GOTINA DEWLETPARÊZÊN KÛR IN, GEF LI WAN XWARIBÛN'

F.A.'yê ku A.K. gotibû wî tetik kişandiye, parast ku A.K. cinayet kirine û bi darê zorê ew daxilî nav kirine. F.A. di îfadeya xwe de diyar kir ku beriya êrîşê hin kesên xwe wekî “dewletparêzên kûr" dane naskirin gef lê xwarine û got: "Tu deynekî min û A.K. tune ye. A.K. bi rêya kesên bi navê Tolga, Mehmet û Ûgûr gef li min xwarin. Min nêzî 400 hezar TL pere şand. Dekontên wê di bankeyê de hene. Min bi rêya Western Unionê şand. Li Nisêbînê du caran tûp teqiyabû. Gef dixwarin digotin wê li mala te jî tûp biteqe. Digotin ew dewtletparêzên kûr in. Ev peyam ji hejmara telefona A.K. dihatin Whatsapê. Cihê ku kurê min lê ye dişandin. Ji bo zirar negihê zarokên min, min jî pere ji wan re dişand."

F.A. da zanîn ku beriya êrîşê bi rojekê hatiye Tirkiyeyê û got: "Sibeha din di ser Whatsappê re peyamek ji min re hat. Tolga şandibû. Peyamek wekî hûn ê kesekî ji Iraqê bişêlînin. Ji telefona A.K. şandibû. Gava min ji A.K. pirsî, got heman peyam ji wî re jî hatiye. Digot, herî kêm divê ez du cendekan bibînim. Paşê dîsa peyam hat. Digot, zarok li bendê ye. Saet li dor 21.30'an ez çûm cem hêwana dawetê ku A.K. lê bû. Gava hat çek pê re hebû. Çekê da min."

F.A. derpêş kir ku A.K. jê re gotiye ew ê cîpa reş bişêlînin û got: "A.K. ji min re got divê tu bera wesayîtê bidî. Min jî berdayê. Wesayît sekinî. Ajovan jê daket. Ez jî çûm cem ajovan. Paşê A.K. hat. Pêşî bera ajovan da, paşê ji destê rastê derbek jî bera hundir da. Paşê çû aliyên din. Ji min re got rahêje çente. Min jî ji tirsa rahişt çente. Ji min re got here li qoltixa dawî rûnê. Ew jî çû ser cesedan kontrol kir. Paşê ji min re got kincan bavêje kêleka rê. Paşê li nava gundekî ji min re got çente bavêje. Ez navê gund nizanim. Tenê 300 TL jê derket. Abdullah rakir wî pereyî. Min ranehişt tu tiştî. Paşê em çûn Qoser, Mêrdîn, Midyad û cardin Nisêbîn. Paşê saet li dor 02.30'an ez danîm cem rêhesinê. Çek bi A.K. re bû. Piştî bûyerê ji min xwest ku wê deynim cihê di bin qoltixê de. Min jî wiha kir."

A.K. jî di îfadeya xwe de, beyanên xwe yên li qereqola cendirmeyan dubare kir û got ku F.A. ew kuştine. A.K. got: "F.A., gava ji Iraqê hat, me li mala Ç. hev du dît. Roja bûyerê em li mala Ç. hatin cem hev. Deynê min û F.A. hebûn. Me biryar da ku em kesên ji Iraqê hatine bişêlînin. Min ajovaniya wesayîtê kir. Rastgele me wesayîteke reş şopand. Min qet ranekir çekê. Serê sibehê gava ez çûm malê, malbata min telefon kir. Paşê em hatin girtin."

A.K., her wiha ji bo kesên "dewletparêzên kûr" ku F.A. behsa wan kiribû got: "Kesên bi navê Tolga, Ûgûr û Mehmet ên di îfadeya F.A. de rast in. Min ev kes bi awayekî xeyalî afirandine."

Piştî parastinan dadgeriyê navber da lêpirsînê.

4 KES HATIN GIRTIN

Dadgeriyê ji bo F.A., A.K., Ç.B. û M.Y. biryara girtinê da û M.Ş. jî bi şertê kontrola edlî berda.