BI DÎMEN

Di kameraya droneya hate xistin de karê dagirkeriya Tirk

QSD'ê dîmenê droneyeke dewleta Tirk weşand, ku hate xistin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku amûreke hewayî ya bêmirov a artêşa Tirk a dagirker li herêma Bendava Tişrînê xistine.

QSD'ê dîmenê droneya hate xistin, weşand. Di dîmen de tê dîtin, droneya ku êrîşî sivîlan dike ji ailyê dewleta Tirk a dagirker ve tê bikaranîn.

Di dîmenê droneyê de baregeha leşkerî ya Tirk, wesayitên zrixî, wesayitên veguhestina leşkerî, kampên perwerdeyê û nuqteyên firînê yên droneyan têne dîtin.

Di erîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê de ku bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hatin kirin, heta niha herî kêm 20 sivîl hatin qetilkirin, 120 jî birîndar bûn.