Di hefteyekê de li Şirnexê herî kêm 40 kes hatin destgîrkirin

Di nava hefteyekê de li Şirnexê û navçeyên wê herî kêm 40 kes hatin destgîrkirin. Di nav kesên hatine destgîrkirin de rêvebirên HDP’ê jî hene.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgêriya Komarê ya Şirnexê de, di hefteyekê de li Şirnex, Cizîr, Hezex û bajarokê Ereban ê navçeya Hezexê û bajarokê Dêrgul ê Şirnexê nêzîkê 40 kes hatin destgîrkirin.

PIRIANIYA KESÊN LI CIZÎRÊ HATINE DESTGÎRKIRIN ZAROK IN

Di girtina bi ser malan a 7’ê Gulanê ya li Taxa Yafesê ya Cizîrê de, gelek kes ku piraniya wan zarok in hatin destgîrkirin. Bi hinceta ‘’kevir avêtine polîsan’’ Yahya Û. (16), Yûsûf Y. (15), Abdûllah B. (20), Mahsûm B. (21) û 6 kesên din ên navên wan nehatin zanîn hatin destgîrkirin. Ji 10 kesên hatin destgirkirin 5 jê hatin girtin. Kesek bi şertê kontrola edlî hat berdan, dema destgîriyê yê 4 kesan jî hat dirêjkirin.

DÊRGUL Û EREBAN

Di girtina bi ser malan a 10’ê Gulanê ya li bajarokê Dêrgulê de, Zeynep Ûnat û Zozan Aksû hatin destgîrkirin. Di girtina bi ser malan a li bajarokê Erebanê de jî hevseroka HDP’ê yê Dêrgulê  Muzeyyen Îna û kurê wê Osman Înan hatin binçavkirin.

12’ê GULANÊ 25 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Di encama girtina bi ser malan a li taxên Yafes û Cûdiyê ya roja 12’ê Gulanê de, 25 kes hatin destgîrkirin. Zeynep Ecer, Çîmen Ezer, Azat Bayram, Sadik Bayar, Ferhat Sîrkecî, Sedîn Bozkûrt, Saît Yaşar, Taybet Aşîkar, Şukur Elçî, Harûn Akdogan, Diyar Belten û 14 kesên din ên navên wan nehatin zanîn hatin destgîrkirin. Kesên destgîrkirî li Midûriyeta Ewlehiyê ya bajêr tên ragirtin. Tê payîn ku roja Duşemiyê sewqê dozgêriyê bên kirin.

Di girtina bi ser malan a li Hezexê de, Tarik Ûl û Dilgeş Rustemoglû hatin destgîrkirin. Hat zanîn ku yên hatine destgîrkirin li Midûriyeta Ewlehiyê ya bajêr tên ragirtin.

BIRYARA NEPENIYÊ DANÎNE SER DOSYEYAN

Hat diyarkirin ku di hefteyekê de, di operasyonên hatine kirin de nêzîkê 40 kes hatine destgîrkirin û ji aliyê Serdozgêriya Komarê ya Şirnexê ve biryara nepenîmayînê li ser dosyeyên destgîrkiriyan hatiye dayîn.