‘Di hefteya 300’an de li Roboskiyê kom bibin’

Malbatên Roboskiyan, lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Malbatan di çalakiya 300’an de banga piştgiriyê li her kesê kirin.

Malbatên Roboskiyan ên ku 34 zarokên wan ên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk ên li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê de hatibûn qetilkirin, di hefteya 299’an a lêgerîna xwe ya edaletê de, çûn ser gorên kesûkarên xwe. Malbatan pankarat wêneyên kesûkarên wan ên hatibûn qetilkirin û nivîsa “Ji bo Roboskiyê edalet, ji bo edaletê, berpirs bila bên darezandin” hebû vekirin û li ser navê malbatan Velî Encû daxuyanî da.

‘HETA KU BERPIRS BÊN DAREZANDIN…’

Encû destnîşan kir ku ev 2 hezar û 93 roj in li benda edaletê ne, sozên ji bo wan hatine dayîn nehatine pêkanîn û got: “Roboskî ya ku zilim lê hate kirin, wê weke şerma dewletê di nava dîrokê de her bimîne.” Encû bal kişand ku dixwazin dozê bi demê re bidin jibîrkirin û got: “Li Roboskiyê, di nava bêedaletiyekê de ku ji nifşan belavî nifşan dibe, dijî û ji bo edaletê tev digere. Têkoşîna me heta ku berpirs diyar bibin û bên darezandin wê bidome.”

JI BO ROBOSKIYÊ BANG

Encû bibîr xist ku dev jî lêgerîna edaletê bernedane û bang li herkesê ku xwedî wijdan kir ku çalakiya lêgerîna edaletê ya hefteya 300’an kir ku berê xwe bide Roboskiyê û wiha anî ziman: “Em bang li her kesê dikin bi me re bibe yek. Em ê bi teqez serweriya zaliman hilweşînin. Wê ev zilim, ev bêedaletî wan tine bike û me jî hê bi biryartir bike.”