'Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê de destê PDK'ê hebûye'

Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve ya PKK’ê Kawa Şêxmûs ji malpera Erebî ya El melûme re axivî. Şêxmûs behsa hevkariya PDK’ê ya di êrişên artêşa Tirk ên li Şengalê û qetilkirina pêşengê Êzidî û şervanên Şengalê kir.

Malpera El melûme cih da hevpeyvîna xwe ya bi Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve ya Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) Kawa Şêxmûs re kirî.

Kawa Şêxmûs di hevpeyvînê de bal kişand ser hevkariyên îstîxbaratî yên PDK’ê ya ji dewleta Tirk re û got: “Di destê me de agahî hene ku tekez dikin PDK hevkariya pêwîst ya ji bo diyarkirina cihên ku pêşengên Êzidî yên Şengalê lê dimînin ku dihat plankirin ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve werin armanckirin, daye dewleta Tirk."

Şêxmûs işaret bi dagirkeriya dewleta Tirk û bombebaranên hewayî yên li ser Başûrê Kurdistanê jî kir û wiha pêde diçe: "PDK her wiha ji bo ketina artêşa Tirk ya nav herêmên sînor ên Iraqê hêsankarî kiriye û bi dayina îstîxbaratê ji balafirên şer re bombebarana herêmê hêsan kiriye."

PDK di demekê de alîkariya ji bo artêşa Tirk a dagirker didomîne ku roja derbasbûyî ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a li ser herêma Şêladizê ya parêzgeha Duhokê, elektrîka herêmê ji bo çendîn saetan qut bûye.