Di êrîşa DAIŞ'ê de li Daqoqê 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de, ku li dijî gundên Kakayî yên li Daqoqê pêk anîn, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî Kurdên Kakayî yên li navçeya Daqoq a Kerkûkê kirin. Di encama êrîşê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 8 pêşmerge jî birîndar bûn.

Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundê Ebû Mihemed ji du nuqteyên cuda hate kirin. Hat ragihandin, ji ber êrîşê du girên ku di kontrola yekîneyên Kurdên Kakayî yên ser bi pêşmergeyan de bûn, ketine. Li dû êrîşê şerekî dijwar rû da. Li ser vê yekê welatiyên Kakayî rahiştin çekê û berê xwe dan eniya şer.

Şer heta nîvê şevê dewam kir û di encamê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 8 pêşmerge jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Daqoqê. Wekî din, hat ragihandin ku di dema şer de du çete hatine kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê roja 26'ê Tîrmehê jî êrîşî gundên Kurdên Kakayî kiribûn û 4 kes kuştibûn, ku 3 ji wan ji malbatekê bûn. Her wiha 3 kes jî revandibûn.