Di encama teqîna mayîna çeteyan de 2 zarok mirin

Li Gundê El-Cerbûyî ya Reqayê di encama teqîna mayînê de ya bi malbatekê ve, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li Gundê El-Cerbûyî ya ku 17 kîlometre dikeve bakurê Reqayê, mayîna çeteyan ku berê çandibû bi malbatekî ku dixwastin ber bi herêmên rizgarkirî ve koçber bibin ve teqiya. Di encamê teqîna mayînê de malbata ku ji 6 kesan pêk dihat 2 jê zarok jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên din jî birîndar bûn. Şervanên QSD'e birîndar rakirin nexweşxaneya Girê Spî û li wir tên dermankirin.

Endamên Tenduristiyê diyar kirin ku zarokên bi navê Edla El-Elcûm (8) û Fatma El-Elcûm (6) ji ber birînên wan giranbûn jiyana xwe ji dest dane û bavê wan Adil Casim El-Eclûm (55), dayîk Yasmîn El-Xinêm (35), zarokên wan Mûstefa El-Eclûm (12) û Hemadî El-Eclûm (9) birîndar bûn û niha li nexweşxaneya Girê Spî têne dermankirin.