Di encama teqîna amûrekê de zarokek birîndar bû
Di encama teqîna amûrekê ya li gundê Serêgir a navçeya Hezex a Şirnexê de, zarokê bi navê Omer Işim ê 15 salî giran birîndar bû.
Di encama teqîna amûrekê ya li gundê Serêgir a navçeya Hezex a Şirnexê de, zarokê bi navê Omer Işim ê 15 salî giran birîndar bû.
Zarokê 15 salî yê bi navê Omer Işim ê dema li nêzî gundê Serêgir ê Hezexê digeriya duh di saetên nîvroyê de amûrekî ku neteqiyabû dîtibû. Di encama pêlîstina amûra biribû malê de, teqînek pêk hat û giran birîndar bû.
Omer Işim ê giran birîndar bû, bi ambûlansê rakirin Nexwexaneya Bîlkent a Enqerê, hate ragihandin ku rewşa wî pir giran e.