Di doza Kemal Pencewînî de cezayê îdamê li du kesan hat birîn -NÛ BÛ

Di doza welatparêzê Kurd Kemal Pencewînî de, ku sala 2016'an hatibû revandin û kuştin, cezayê îdamê li 2 bersûcan hate birîn.

Endamê PJAK'ê û welatparêzê Kurd Kemal Şêx Sadiq (Kemal Pencewînî) roja 13'ê Nîsana 2016'an li navçeya Pencewîn a Silêmanî hatibû revandin û piştre hatibû kuştin. Rûniştina doza Pencewînî li dadgeha li Silêmanî dewam kir. Di dozê de cezayê îdamê li 2 bersûcan hate birîn.

Rûniştina biryardanê saet 10'an dest pê kir û malbata Pencewînî, parêzerên malbatê, endamên Tevgera Azadî, nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, parêzerên dildar û gelek welatî tevlî bûn. Welatî, ji ber ku cih di salonê de nema, li ber deriyê edliyeyê sekinîn û posterên Pencewînî rakirin.

Piştî rûniştina ku bi qasî 3 saetan dewam kir, heyeta dadgehê cezayê îdamê li kiryar Mesûd Eshed Mecîdî û Sîna Mihemed Emîn Şerîfî birî. Heyeta dadgehê biryara xwe spart benda 2'an a xala 2. a qanûna 3. ku Parlamenta Herêma Kurdistanê têkildarî sûcên terorê sala 2016'an derketibû.

Parêzerê malbata Pencewînî Sîrwan Ehmed piştî biryarê li pêşiya dadgehê daxuyanî da û diyar kir, ku dosya ewilî weke bûyerek bi tena serê xwe hatiye dîtin, lê piştî îtirazên wan di çarçoveya 'sûcên terorê' de hatiye nirxandin.

Piştî Ehmed, hevsera Pencewînî Çinar Xan axivî û anî ziman, ku biryarê kêm jî be ber dilê wan xweş kiriye û wiha dewam kir: "Dadgeha Silêmanî îro biryareke adilane da. Hêvîdar im wê di sûcên dijî parêzvanên mafên mirovan û rojnamevanan de jî dadgeh biryarên bi vî rengî yên wêrek û adilane bidin. Em spasiya her kesî dikin, ku ji roja destpêkê ve piştgiriya me dikin. Bijî PJAK. Biryar li her kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin, pîroz be."

Bi navê Şehîdên 17'ê Sibatê bavê Şehîd Surkew axivî, heyeta dadgehê pîroz kir û got, "Min heta niha digot, li Başûrê Kurdistanê dadgeriyeke me ya serbixwe nîne. Lê dibînim, ku dadgehên wêrek hene."

Piştî daxuyaniyê, girseya gel dirûşmên "Şehîd namirin", "Kemal namire" û "Bijî Serok Apo" qîriya.

KEMAL PENCEWÎNÎ KÎ YE?

Kemal Şêx Sadiq, sala 1967'an li Pencewînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Sala 1983'ê dema 16 salî bû tevlî Pêşmergeyan bû. Sala 1989'an ji aliyê rejîma Iraqê ve dîl hate girtin û heta sala 1992'an li girtîgehê ma. Sala 1992'an piştî Raperînê ji girtîgehê derket û li dû pêşmergetiya xwe ya 25 salan, sala 2011'an vê carê ji aliyê rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve hate girtin.

Pencewînî sala 1997'an Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Roja 13'ê Nîsana 2016'an li Pencewînê, rojek piştî ku tevî welatiyê bi navê Salyawayî hate revandin, cenazeyê wî hate dîtin. Derket holê ku piştî îşkenceya giran, bi 13 fîşekan hatiye kuştin. Malbata Pencewînî dibêje, li pişt vê bûyera kuştinê îstîxbarata Îranê Îlaat û hin hêzên li Başûrê Kurdistanê hene.