Di Doza Nisêbînê de tecrîd hate şermezarkirin

Di danişînên Doza Nisêbînê de cezayê giran dane 2 girtiyên din jî. Di danişînan de tecrîda li Imraliyê hate şermezarkirin.

Di Doza Nisêbînê de danişîna Gazî Muraotlu ê ku temenê wî kêmî 18 salî ye û yê Ibrahîm Halîl Ildiz çêbû. Li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê danişîna Muratoglu çêbû, Muratolu tevlî danişînê bû.

TECRÎD ŞERMEZAR KIR

Muratoglu tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, xwest ku dawî li polîtîkayên şer ên li ser Kurdan were û got, ''Modêla xwerêveberiyê, ji bo Rojhilata Navîn rizgarî ye, modêla derketina ji nav kaosê ye.''

11 SAL CEZA LÊ HATE BIRÎN

Dema ku gotina dawî jê hate pirskirin, Muratoglu got, ''Bijî Serok Apo''.
Dadgehê cezayê miebet ê girankirî da Muratoglu, lê ji ber sedema ku temenê wî kêmî 18 salî ye, pêşî anî 15 salan û piştre jî, bi îdîa ku ''di qonaxa xwerakêşanê de maye'' anî 10 salan. Her wiha bi îdîaya 'zirar daye malê dewletê' 1 sal û 4 meh li Muratoglu birî.

MIEBET Û 53 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ

Her wiha danişîna Iıbrahîm Halîl Yildiz jî çêbû. Ildiz ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê ya Tokatê anîn Mêrdînê û tevlî danişînê bû.

Ildiz xwest ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û 8'ê Adarê pîroz kir.

 Ildiz bi dirûşma, ''Bijî Serok Apo'' li biryara dadgehê guhdarî kir.

Dadgeha Tirk cezayê miebetê û cezayê  53 salan li Ildiz birî.

Di Doza Nisêbînê bi vî rengî yên ku ceza li wan hate birîn bûne 42 kes.