Di Doza Nisêbînê de li dijî tecrîdê helwest

Rojhat Aydin di danişîna Doza Nisêbînê de parastina xwe kir û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Di Doza Nisêbînê de danişîna Rojhat Aydin çêbû. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an Mêrdînê pêk hat. Aydin ê ku li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Tokatê girtî tevlî danişînê bû.

Dozgeriyê xwest ku ji hemû îdîayan ceza li Aydin were birîn.

Aydin bal kişande ser tecrîda lis er Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîd şermezar kir û xwest ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

Şandeya dadgehê biryar li ser da ku Aydin girtî bimîne û danişîn taloî 19'ê Adarê kir.