Di dengê wê de ruhê azadiyê hebû

Gerîla Zozan Pelşîn ji Mexmûrê heta Kerkûkê bi salan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir. Di dengê Zozan Pelşîn de ruhê azadiyê hebû. Gerîla Zozan di Hezîrana sala 2018'an de di encama êrişa dewleta Tirk de li Şirnexê şehîd bû.

Di jiyana her gerîlayeke jin de rastiyên bêdawî têne afirandin. Ev rastî carna di nava şert û mercên herî giran ên şer de, carna li ser tehtên herî dijwar carna jî li çemên ji ava jiyanê şîn dibin. Lê vê carê di sala 2014'an de min berê xwe dabû çepera gerîla ya li Kerkûkê. Min berê xwe dabû çeperên gerîlayên jin a ku li ser welatê xwe yê talankirî distiriya. Xwediyê vî dengê bedew, min li çepera şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê nas kir. Di dengê Gerîla Zozan de ruhê azadiyê hebû. Gerîla Zozan a ku bi dengê xwe dilê mirovan mest dikir, li xaka Kurdistanê tevlî karwanê nemiran bû.

Gerîlaya YJA Starê Zozan Pelşîn (Şîrîn Başkûrt) sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Beriya Gerîla Zozan birayê wê tevlî nava refên gerîla bû. Zozan Pelşîn jî ji bo bibe gerîlaya wêrek a welatê xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Gerîla Zozan hem bi dengê xwe, hem bi jiyana xwe ya pak, hem jî bi sekna xwe ya fedakarî cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Gerîla Zozan dema ku gihîşt hevrêyên xwe bi dengê xwe yê bedew stêrk dixemiland. Dengê Zozan Pelşîn ruhê jinên Kurd ên jinûve ji dayik bû bi ruhê Apoyî vedigot. Ew deng êdî li çiyê, li deştan bilind dibû û tarîtiya DAÎŞ'ê tarûmar dikir.

JI MEXMÛRÊ HETA KERKÛKÊ BI SALAN LI DIJÎ DAÎŞ'Ê ŞER KIR

Yek ji deverên ku çeteyên DAÎŞ'ê sala 2014'an êriş birin ser bajarê qedîm Kerkûk bû. Ev bajarê kevnar malovanî ji gelek bawerî, çand, gel, netewe û mezhebên cuda re dikir. Ev taybetmendiya bajêr ji bo çeteyan xetere bû. Ji bo gerîlayên Kurdistanê jî diviyabû ev bajar bihata parastin. Gerîlayên Kurdistanê piştî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ji çiyayên azad xwe berdan nava deşt, bajar û kolanan.

Li dijî hêza herî xetere ya cîhanê çeperên şer çêkirin û destanên lehengiyê nivîsandin. Gerîla Zozan jî yek ji wan lehengan bû ku destan dinivîsand. Bi jiyana xwe ya têr û tijî gerîla Zozan ji Mexmûrê heta Kerkûkê bi salan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şerê ji bo mirovahiyê meşand. Gerîla Zozan piştî ku metirsî li ser Kerkûkê û herêmê bi dawî bû careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Zozan Pelşîn ku li Botanê gerîla bû di şerê gel ê şoreşgerî yê dijî dewleta Tirk de bi rola pêşengiyê radibû. Di Hezîrana 2018'an de li Şirnexê tevlî karwanê nemiran bû. Gerîla Zozan wê bi dengê xwe yê bedew her tim di dilê gerîla de be. Dengê Gerîla Zozan sala 2014'an li Kerkûkê hate qeydkirin. Gerîlayên ku dengê Zozan Pelşîn qeyd kir wiha digt, "Dengê hevala Zozan wê heta dawiyê di dil û ruhê me de be."