Di dema derbasbûna wesayita zirxî de teqîneke dijwar rû da

Li taxa Yafes a navçeya Cizîr a Şirnexê, saet 01:00 ê nîvê şevê, di dema derbasbûna wesayita polîsan a zirxî de teqîneke dijwar rû da.

Li gorî nûçeya Dîhaberê, li navçeya Cizîr a Şirnexê saet 01:00 di dema derbasbûna wesayiteke zirxî de teqîneke dijwar rû da.

Di teqînê de, ku piraniya navçeyê pê hesiya, zerareke mezin li wesayitê bû. Her wiha camên hin xaniyên li kolana Nîsanê ji ber bandora teqînê şikestin. Xisar li wesayitên parkkirî jî bû.

Teqînê her wiha korteke mezin li cihê rû da vekir. Heta ber destê sibehê dûyê reş bi ser taxê ve ket û bêhna barûtê ji herêmê hat. Piştî bûyerê, bi dehan wesayitên zirxî yên polîsan hatin cihê bûyerê û heta wextekê gule li hewayê reşandin. Tevahiya şevê, polîsên Tirk avêtin ser gelek malên li taxê. Her wiha drone li ser bajêr hatin firandin. Li taxê, ku hê dorpêçî dewam dike, polîsên Tirk li nava malan digerin.

Şêniyên taxê yên nêzî cihê teqînê gotin, 4 polîsên di teqînê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.