NÛ BÛ

Di civîna Meclîsa Damezrîner de biryarên girtin hatin girtin

Di civîna Meclîsa Damezrîner a Federalîzma Demokratîk de, ku 3 rojan li Rimêlanê dewam kir, 'Hevpeymana Civakî' û 'Belgeya Siyasî' hat erêkirin.

Civîna Meclîsa Damezrîner a Federalîzma Demokratîk, piştî nîqaşên 3 rojan qediya. Di encama civînê de metna Hevpeymana Civakî hat nîqaşkirin û qebûlkirin. Li gorî vê yekê:

Wê navê Federasyona Bakurê Sûriyeyê bê bikaranîn. Gelên Rojava jî wê weke parçeyekî Federasyona Bakurê Sûriyeyê bên pênasekirin.

Belgeya Siyasî, ku ji pêşniyarên li ser çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê pêk tê, bi dengdanê hat qebûlkirin.

Hevserok û rêveberiya heyî ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê, heta hilbijartina dema pêş, wê li ser erka xwe bimînin.

Civîna Meclîsa Damezrîner a Federalîzma Demokratîk bi beşdariya delegeyên ji Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê, Minbic, Şehba û Helebê pêk hat. Her wiha nûnerên gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çeçen, Suryanî, Asûrî û Ermenî beşdar bûn û gelên xwe temsîl kirin. Nûnerên hemû partiyên Rojava yên di nava Rêveberiya Xweser de cih digirin, cihê xwe di Meclîsa Damezrîner de girtin.