Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de daxwaza girtina 20 kesên din kirin

Edaleta Tirk piştî 8 kesên ji 45 kesên di çarçoveya operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk a girtin û şûnde îro derbarê 20 kesên din biryara girtinê hate dayîn

Di lêpirsîna dozgeriya Amedê ya KCD’ê kiriye hedef de ji yên hatin destgîrkirin 16 kes roja Yekşemê sewqî edliyeyê hatibûn kirin.

Ji van 8 bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û Dayîka Aştiyê Makbûle Ozbek û rojnamevan Ayşe Kara jî di nav de 29 kes roja Duşemê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Dozgeriyê bê ku îfade bigire derbarê 20 kesî daxwaza girtinê xwest. Navên kesên bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ derbarê wan de daxwaza girtinê heye wiha ne: “Emrûlah Zumrût, Fesîh Balbay, Gonul Orûr, Mahfûz Karaslan, Mehmet Gungormuş, Mehmet Çahît Ay, Naşîde Toprak, Enever Çelîk, Erdal Bayram, Dedaî Akar, Jiyan Taş, Leyla Bagiirtir, Makbûle Ozbek, Mehemt Cahît Şik, Tavfîk Kaçar, Yhildiz Damla, Adil Ercan, Ayşe Kara, Mehmet  Devîren û Mûstefa Alimterî.