Di berxwedana Cenga Heftanînê de şervanekî Ereb

Şervanê HPG’ê yê Ereb Şoreş Şedadê yê ku di berxwedana Cenga Heftanînê de cih digire diyar kir ku bi sedan leşkerên Tirk hatine kuştin. Şedadê bang li jin û ciwanên Ereb kir ku bila tevlî berxwedanê bibin.

Şervanê HPG’ê yê Ereb Şoreş Şedadê yê ku di berxwedana Cenga Heftanînê de cih digire ji ANF’ê re axivî. Şedadê bal kişand ser dewlemendiya çandî û civakî ya Heftanînê û got, “Ne tiştekî normal e ku dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê berê xwe daye vê derê. Li vê herêma ku gerîla lê ye gelên Asûr, Ermen û Kurd bi hev re dijîn. Ev êrîş ji bo tunekirina gelên herêmê û parçeyekî polîtîkaya dewleta faşîst e.”

‘HÊZÊN DAGIRKER POŞMAN BÛN’

Şedadê diyar kir ku wî rastiya xwe bi PKK’ê nas kiriye û got ku, “Dijminatiya dewleta Tirk ne bi tenê li ser gelê Kurd e. Hemû kesên bi fikra xwe ya azad tevdigere û li dijî projeya Misak-i Mîllî ne, dibin hedefa vê dewletê. Gelek mînakên vî tiştî hene. Bi êrîşa li ser Heftanînê re diyar kirin ku ew dijminê gelên Ermen û Asûr in jî. Divê her kes vî tiştî bibîne.

Artêşa Tirk a dagirker ji roja ku dest bi êrîşê kiriye, giraniyê dide êrîşên hewayî lê bi saya tevdîrên gerîla tiştek bi me nehatiye. Berxwedana me ya li Heftanînê hê jî didome. Propagandaya dewleta Tirk li dijî rastiyê ye. Hêzên dagirker ên ku hatine qadê, a niha poşman bûne. Gerîla li her derê çalakiyên xurt li dar dixe. Artêşa dagirker ligel ku xwedî derfetên teknîkê ye jî li hemberî hêzên me nikare bi pêş ve biçe.”

Şedadê diyar kir ku gerîla di her kêlîkê de derbeyan li artêşa Tirk a dagirker dixe û got, “Heta niha bi sedan leşkerên Tirk mirine. Heke heta îro berxwedan didome ev bi saya serê tarza modern û profesyonel a gerîla ye. Tu artêş li hemberî vê teknîkê nikare bi qasî gerîlayan li ber xwe bide lê bi saya îrade û baweriya xwe, em pozîsyona xwe xurttir dikin.”

‘DIVÊ JIN Û CIWANÊN EREB JÎ TEVLÎ BERXWEDANÊ BIBIN’

Şoreş Şedadê yê Ereb ev bang kir, “Ez bang li hemû gelên Rojhilata Navîn, kesayetên demokratîk û azadîxwaz dikim ku bila rastiya dewleta Tirk nas bikin. Li gorî min bêdengiya çapemeniya Ereban ne rast e. Divê gelê me yê Iraqê helwesta xwe zelal bike. Tişta ku niha tê kirin, parçekirina axa Iraqê ye, divê li hemberî vî tiştî helwesteke welatparêz were nîşandan. Jin û ciwanên Ereb divê tevlî vê berxwedanê bibin û di vê pêvajoya dîrokî de rola xwe bi cih bînin.”