Di 8 çalakiyan de 10 leşkerên dagirker ên artêşa Tirk hatin cezakirin

Di 8 çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de bi qasî ku hate tespîtkirin, 10 leşkerên dagirker ên artêşa Tirk hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Di 8 çalakiyên hêzên me de herî kêm 10 dagirker hatine cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 31 caran bi bombeyên qedexe, çekên kîmyewî û gaza îsotê, 2 caran bi balefirên şer, 50 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan bombe kiriye. Hatiye tespîtkirin ku  çekên kîmyewî yên li çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê hatiye bikaranîn tehma wan şîrîn û bêhna wê jî giran e.”

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wisa ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 29’ê Îlonê de dagirkeran dema ku xwestine têkevin çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn a Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, 3 caran bi taktîka sabotajê li wan hatiye xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 5 dagirker hatine cezakirin.

Di 2’ê Cotmehê de saet di 08.40’an de tîmên me yên bi tevger bi sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 2’ê Cotmehê de saet di 08.30’an de dagirker dema ku li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tevgeriyane, bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 2’ê Cotmehê de saet di 16.20’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dane û dagirkerek hate cezakirin.

Di 2’ê Cotmehê de saet di 16.00’an de dema ku dagirker li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a Qada Berxwedanê ya Sîdayê ketine tevgerê, hêzên me bi çekên giran li wan dane. Li vir dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 1’ê Cotmehê de bi şev dema ku helîkopterên Skorsky xwestine leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê hêzên me li helîkopterê dane. Ji ber lêdana xurt a hêzên me helîkopter bêyî ku leşkeran deyne, neçar maye ji qadê derkeve.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 2’ê Cotmehê de çeperên şere ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî 4 caran hatiye bombekirin.

Di 2’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd  Felat ê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî 15 caran hatiye bombekirin.

Di 29’ê Îlonê, 1’ê Cotmehê û di 2’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi bombeyên qedexe, çekên kîmyewî û gaza îsotê 12 caran hatine bombekirin. Hatiye tespîtkirin ev çekên kîmyewî tehma wê şîrîn û bêhna wê giran e.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 2’ê Cotmehê de bejahiya Gundê Şêlazê yê Metîna û Qada Berxwedanê ya Çemço 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.

Di 2’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Saca, Şehîd Fedakar, Kurojahro, Girê Amediyê û Girê Cûdî 50 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 2’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Çemço û herêma Girê Bestanê ya Xakurkê bi dehan caran bi obus, hawan û tankan hatiye bombekirin.

Di 2’ê Cotmehê de li ser Qadên Berxwedanê yên Saca, Girê Cûdî û Girê Amediyê balafirên keşfê geriyane.

Artêşa Tirk a dagirker bi kepçeyan hewl dide çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.

HEVAL XEBAT JI BO KU TESLÎMÎ HÊZÊN IRAQÊ NEBE GULEYÊ BERA XWE DIDE

Di 30’ê Îlonê de hevalê me Xebat Xançepek ê li herêma Şeranîş a Heftanînê bi erka xwe radibû, ket kemîna hêzên Heres Hudud (Parêzvanên Sînor) ên dewleta Iraqê, piştre ji aliyê 4 wesayitên zirxî ve hate dorpêçkirin û xwestin ku hevalê me teslîm bibe. Hevalê me Xebat bang li van hêzên derdora wî dike û dibêje ku ew naxwazin şer biqewime, xwestiye ku rêya wan bê vekirin û ew ê di rêya xwe de biçin. Dema hêzên derdora hevalê me xwestin bi darê zorê teslîmbûnê lê ferz bikin, heval Xebat dibêje ku ew ê weke gerîlayekî PKK’ê yê bi rûmet teslîmiyetê qebûl nake û ji bo ku bi saxî nekeve dest bi demançeya xwe guleyekê bera xwe dide. Hevrêyê me Xebat ku bi giranî birîndar bû ji aliyê van hêzan ve radestî Asayîşa PDK’ê hate kirin û rakirin nexweşxaneya Dihokê. Li gorî agahiyên ku ketine destê me; rewşa hevalê me hîn giran e.

ÊRÎŞÊN ÎRANÊ

Di 2’ê Cotmehê de herêmên Helgurd û Hornê yên Goşînê yên girêdayî Xakurkê ji aliyê hêzên Îranê ve bi obus û hawanan hatin bombekirin. Di encama van bomberdûmanan de rez û baxçeyên gelê herêmê zirar dîtin.”