Di 40 salî de neteweyek hate afirandin

"PKK'ê li ser bingeha feraseta konfederalîzma demokratîk bêhn aniye ber têkoşînên sosyalîst. Astengiyên li ber sosyalîzmê rakiriye. Kiriye ku PKK îro bibe partiya herî bi bandor a têkoşîna sosyalîst."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, PKK ya ku her kêliya wê bi helkehelk derbas bû neteweyeke nû ava kir. Bayik diyar kir ku di 40 salî de şoreş di nav şoreşan de pêk hatine û got, "Li pêşberî dewleteke qirker rabûna gelê Kurd pêvajoya avakirina neteweyî ye. Gelê Kurd îro bûye civakeke ji sirûşta xwe ve rêxistinî. Di qada hîs û ramanê de yekîtiya xwe pêk aniye. Di pêvajoya 40 salî de Kurd tim li ser piyan bûn, tim li ber xwe dan.

Heke em li rewşa Kurdan bi taybetî jî em li rewşa Bakurê Kurdistanê binerin bê ka Kurd çawa hatibûn xistin, mirov dikare PKK'ê weke pêvajoya 40 salî ya avakirina neteweyê bibîne?

Bêguman, PKK tenê têkoşîna azadiyê nade; têkoşîna vejandina wî gelê ku mirin li ser ferz kiribûn da. Armanca têkoşîna gerîla jî ew bû ku gelê Kurd bîne rewşeke wiha ku ji bo azadiyê şer bike. PKK'ê gelê Kurd ê li ber mirinê anî ser dika dîrokê. Ji bo ku vî gelî ji dorpêça qirkirinê û mêtingeriyê rizgar bike têkoşiya ye. Rêber Apo di her delîveyê de diyar kiriye ku ev têkoşîn ne tenê berxwedan, ne têkoşîna rizgariya neteweyî lê beriya her tiştî têkoşîna wê ye ku vî gelî bîne rewşeke wiha ku bikaribe ji bo azadiya xwe têbikoşe. Ji ber ku, bêyî ku nirxên nû yên civakî, neteweyî, siyasî, çandî bide Kurdan ne pêkan e ku têkoşîna azadiyê were geşkirin. Ji vê hêlê ve têkoşîna PKK'ê tenê weke têkoşîna siyasî, rizgariya neteweyî nedîtiye. Bûye tevgereke wiha ku gelê Kurd di qada raman, hîsê de ji nû ve ava bike, hîs û asoyên nû li ber Kurdan deyne û hişmendiyeke nû bide. Her meh, her sala têkoşîna 40 salî ya PKK'ê bûye pêvajoya ku ji her hêlê ve neteweya Kurd geş bike. Bûye pêvajoya vejandina neteweyê û avakirina neteweyê.

Çima rêxistinî? Çima avakirina partî li ser her tiştî hate danîn?

Rêber Apo ji ber ku dizanîbû ku her tişt wê bi rêxistiniyê bibe, ji ber ku girîngiya rêxistiniyê ya ji bo civaka Kurdistanê dît pir girîngî da partîbûnê. Ji bo vê jî gotiye, 'ji partiyê wêdetir ti hêza min nîn e'. Gotiye hûn dikarin bi her tiştî bilîzin lê hûn nikarin bi partiyê bilîzin. Ji partiyê dest pê kiriye û rêxistina Kurdan, jiyana rêxistiniyê gav bi gav daniye. Ji vê hêlê ve têkoşîneke domdirêj, stratejiyek daniye ber xwe. Heke li dijî dewleteke qirker Kurd rabûbin ser piyan, a ku ev kirî pêvajoya avakirina neteweyê ku bi dehan salan pêk hatiye. Li dijî dijwariyan qeyîmbûna Kurdan e. Weke hesinê ku mirov bi avdanê dike pola Kurd jî bûne weke pola. Dibe ku şoreşa Kurdistanê dirêj dom kiribe lê her wiha van salan nirxên pir mezin li Kurdan zêde kirin; Kurd anîne heyinê û nirxên têkneçûyî derxistine holê. Ji bo vê jî, 40-45 salan domkirina vê têkoşînê û ji bo ku rastiya gel di nav vê têkoşînê de hatiye avakirin, ji bo siberojê ev tê maneya kana hêzeke mezin.

Gelê Kurd îro hatiye asta civakeke ku ji sirûştî ve rêxistinî ye. Di qada hîs û ramanê de yekîtiya xwe pêk aniye. Ji ber sedema ku Kurdistan kirine çar parçe her çendî yekîtiya neteweyî bi temamî nehatibe pêkanîn jî, her çendî di asta siyasî de li pêş vê astengî hebin jî, têkoşîna 40-45 salan rasteqîniyeke civakî ya wiha afirandiye ku Kurd di hîsa hevpar de werin cem hev, nirxên hevpar bi dest xistine û ji bo jiyaneke azad û demokratîk têkoşîna herî giran jî didine ber çavan.

Gelê Kurd di van salan de bi rastî jî saziyên xwe yên demokratîk ava kirşne, saziyên çandî, çapemeniyê ava kirine û her wiha rêxistiniyên siyaseta demokratîk ava kirine. Civak ji her hêlê ve pişta hev girt û xwe bi rêk û pêk kir. Tenê ne li Bakurê Kurdistanê, li Rojava, Başûr û Rojhilata jî têkiliyên navxweyî yên Kurd geş bûn. Bi rengekî wiha ku di pêvojaya 40 salî de Kurd tim li ser piyan bûn, tim li ber xwe didan. Ne tenê li Kurdistanê, her wiha li derveyî welat jî Kurd tim li ser piyan man û li wan deran jî xwe bi rê xistin. Di rabirduyê de her çendî bi Kurdan re meyla rêxistiniyê nebû jî bi şoreşên ku hatin pêkanîn li her qada ku lê bûn xwe rê xistin. Kurdên ku salên 1970'î ji xwe baz dida, êdî bi şanazî got, ‘ez Kurd im'. Kurdayatî êdî bû nirxekî berz.

Li dinyayê Kurd bûne xwedî hurmetekê. Li Tirkiye jî hurmetek ji bo wan çêbû. Her çendî îro desthilatdariya AKP'ê bi êrîşên faşîst hewl dide ku pêvajoyê berevajî bike jî, her çendî bixwaze rêxistiniya Kurdan tertûbelav bike, rewatiya ku Kurdan ava kirî her çendî bixwaze ji holê rake jî, têkoşîna 40 salî ne tenê li Kurdistanê li Tirkiyê jî gelek tişt guherand. Belê îro desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi armanca ku jiyana demokratîk a Kurdan tertûbelav bikin û her cure rêxistiniya wê ji holê rakin êrîşê bi ser Kurdan de bînin jî Kurd bi rengê neteweyî li ser piyan in. Bi jin, ciwan, yixtiyar û kal û pîrên xwe neteweya Kurd bi rengê hebûneke têkneçûyî li ser piyan e. Ji ber zêdebûna zextê her çendî ji bo demekê nikaribe weke berê bi çalakî û serhildanên mezin rabe, wiha xuya bike jî li cem desthilatdariya AKP'ê hêrs û kîn mezin dibe. Heke bi dehan salan e li gel her cure zext û zordarî û zilmê Tevgera Azadiya Kurd nikaribe were çewisandin, nikaribe were tasfiyekirin, heke Kurd hê jî li ser jiyana azad û demokratîk rawestiya bin ev rasteqîniya gel e ku bi têkoşîna 40 salî hatî avakirin. Ev ji ber wê sedemê ye ku avabûna neteweyî pêk hatî ye. Heke ne wiha be li pêşberî van êrîşên wiha giran mirov wê nikarîbûna behsa hebûna Kurdan jî bikirana. Wê avaniya neteweyî ya Kurdan, avaniya civakî bi giştî bihatana serkutkirin. Niha li gel hemû êrîş û zext û zordariyan hîsên neteweyî yên Kurdan, jiyana civakî li ser piyan e.

Heke îro jina Kurd li Kurdistanê pêşengiyê ji têkoşîna Neteweya Demokratîk re, ji têkoşîna azadiyê re dike, heke îro azweriya azadîxwaza a jina Kurd pir geş û gur bibe, ev bi serê xwe jî çespandina wê ye ku têkoşîna 40 salî di rasteqîniya Kurdan de çi guherînên mezin ava kiriye û hêzeke çendî mezin a neteweyî ava kiriye. Êdî civaka Kurd ji zarokan bigirin ta bi yixtiyaran, jinan, mêran bi giştî ji hêla hîsên neteweyî, ji hêla azweriya jiyana azad û demokratîk ve geş bûye. Li dinyayê belkî jî ti netewe bi vê astê ji hêla civakî ve ne bihistyar e. Kurd di vî 40 salî de, her roj, her hefte, her meh di qada hîs û ramanê de kûr bûne, hîs, raman, vîna jiyana azad û demokratîk a Kurdan, weke neqşan li kûrahiya civakê hatiye neqişandin û bûne civakeke bihêz. Di dîroka dinayê de gelek têkoşîn û tevgerên neteweyî çêbûne, li ti yekê ji van wiha bi domdirêjî, bi têkoşîneke giran xwe ji bin ve neguherandî û veguherandiye û di azweriya azadî û demokrasiyê de hêzeke wiha mezin bi xwe re çênekiriye.

Gelê Kurd di nav 40 salî de gelek dijwarî û êş dît; lê dijwarî û êş kirine sedema ku azweriya azadiyê bi hêz bike. Her dijwarî û êşê Kurd bihêztir kirine. Rasteqîniya ku şoreş di nav şoreşê de jiyaye tê dîtin. Têkoşîna PKK'ê tenê ne li Bakurê Kurdistanê ev yekîtiya neteweyî û yekparebûn çêkiriye, sînor bêmane kiriye, li her beşê Kurdistanê hîsên neteweyî yên Kurdan geş kiriye. Heke niha rewşa parçeyekî Kurdistanê pir zêde bandorê li parçeyê dî dike bandora têkoşîna 40-45 salan a PKK'ê di vê de pir girîng e. Îro Kurdên li Ewropa, li dinyayê, li her çar beşên Kurdistanê li ser piyan in. Rojeva Kurdan tim jiyana azad û demokratîk e. Her çendî hişmendiya civaka mezaxtinê ya kapîtalîzmê li Kurdistanê bi astekê bandora xwe kiribe û derdoreke Kurd li şûna ku jiyana neteweyî ya azad û demokratîk, meyla ku xwe bigihînin jiyaneke konformîst, maddî û ji nirxan dûr xistibe jî, li nav civaka Kurd nirxên azadîxwaz û demokratîk li ser piyan e û bi rengekî bi hêz xwe didomîne. Pêkhatina avabûna neteweyî ya wiha xurt wê hemû êrîşên niha yên li ser Kurdan bişikîne, wê Kurdan ji vê atmosfera zext û êrîşan derîne, têkoşîna jiyana azad û demokratîk xurt bike û bike ku di qada dîrokê de cihê xwe bibîne.

PKK ya ku bi rengê tevgera rizgariya neteweyî bi rê ketî gihaştiye çareseriya Neteweya Demokratîk, ev ji bo Kurdan û PKK'ê tê çi maneyê?

PKK bi rengê tevgera rizgariya neteweyî ya ku di sedsala 20'an de meylek bû bi rê ket. Bi vî rengî dewlet jî armanc kir. Her çendî dewlet û hişmendiya serxwebûnê di bernameya PKK'ê de hebûya jî, ji destpêkê ve bûye xwedî wê nêzîkatiyê ku jiyan azad û demokratîk bi esasî li ber xwe daniye, azadiya civakî û pêkhatina jiyana demokratîk a ji bo civakê daye pêş. PKK ji xwe re esas dîtiye ku xwe bispêrê gelê Kurd ne serwerên Kurd.

Bê şik û guman li Kurdistanê hin êl û eşîr hene ku bi hîsên niştimanperwer û Kurdayatiyê ne. Avaniya êl û qebîleyê ya Kurdan bi temamî neketiye ber kontrola dewletê. Hin êl hebûne ku li derveyî kontrola dewletê mane û Kurdbûna xwe hemandine; lê hin hin hêzên hevkar ên weke axa, beg û li ser civakê zext dikirin hebûne û her wiha hin serek eşîr jî bi dewleta Tirk re têkiliyeke xurt danîne û bûne parçeyek ji zexta li ser civaka Kurd. Ji ber vê jî PKK'ê li dijî wan avaniyên wiha ku dûvelinga mêtingeriyê bûn û li ser Kurdan zext dikirin, têkoşiyaye.

PKK xwedî têkoşîneke wiha ye ku bi dehan salan didomîne, têkoşîna gerîla heye. Rêber Apo hê beriya ku li Îmraliyê dîl were gritin ew ziyane ku hişmendiya desthilatdarîxwaz, dewletparêz dayî têkoşînê dîtiye. Ji bo vê jî behsa nexweşiya desthilatdariya berwext kiriye. Bi taybetî jî di nav salên 1992-1993'an de diyarbûna derfet û delîveyên mezin, keysa ku têkoşîna azadiyê bi serketinê ve bibe pêk aniye. Lê nexweşiya desthilatdariya berwext pêşî lê girtiye ku têkoşîn serketî bibe. Vê jî kiriye ku Rêber Apo vê meyla ku mirov ber bi meylên wiha ve dibe rapirse. Ji vê hêlê ve, hem piştî hilweşîna sosyalîzma reel û hem jî diyarbûna vê nexweşiya desthilatdariya berwext di wê mijarê de ku dewlet û desthilatdarî wê gelan ber bi azadiyê ve bibe ketiye şik û gumanê. Ji vê hêlê ve, piştî hilweşîna sosyalîzma reel neyêniyên pergala otorîterbûnê, xwe girtina ji dinyayê re, qutbûna ji gel û veguherîna ber bi mekanîzmaya burokratîk ve ku ji karekterê dewletbûnê tên, pir bi berfirehî rexne kiriye.

Rêber Apo piştî ku li Îmraliyê dîl hate girtin, rapirsî bê ka çima di têkoşînê de kêmasiyên wiha derketin, çima komploya navdewletî çêbû, li vir para helwesta teorîk çi bû, kîjan şaşiyên rêxistinî û polîtîk û têrnekarî rê li ber vê rewşê vekir. Di encamê de ditiye ku tevgerên rizgariya neteweyî ku avakirina dewletê dane ber xwe, wê nikaribin ti civakê bikin hêz û nikaribin ti civakê azad bikin. Têkoşîna ku nikaribe gel azad bibe, nikaribe civakê azad bibe, ji destpêkê ve wê ji qels bimîne, bêhêz bibe. Ji vê hêlê ve Rêber Apo dîtiye ku hişmendiya dewletparêz, desthilatdarîxwaz têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd qels kiriye, têkiliya wê ya bi civakê re qels kiriye û vê jî kiriye ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de qelsî çêbibin. Bi nirxandina ku hişmendiya dewletî û destihilatdarîxwazî wê gelan û neteweyan azada neke,berovajî wê têkoşîna azadiyê qels bike, li şûna dewletê çareseriya Neteweya Demokratîk daye ber xwe. Diyar kiriye ku çareseriya Neteweya Demokratîk ya ku xwe dispêrê ser demokratîkbûn û bihêzbûna civakê çareseriya herî rast e. Her wiha ew nirxandin kiriye ku li şûna dewletbûyinê, di nav xwîşk û biratiya gelan de, çareseriya li ser hîmê demokratîkbûna welatên herêmê hem wê Kurdan bigihîne jiyana azad û demokratîk û hem jî wê demokratîkbûna mîsogeriya jiyana azad û demokratîk pêk bîne.

Çareseriya Neteweya Demokratîk ji hêla Kurdan ve çawa hate dîtin?

Piştî komploya navdewletî vê hişmendiyê bandoreke pir zêde kiriye ku xeta PKK'ê xwe bigihîne beşekî berfireh ê gel. Ji hêlekê ve gelê Kurd pê rêxistinî dibû û ji hêla di ve jî li gorî hişmendiya Neteweya Demokratîk ku ne netew-dewletê û dewletê lê jiyana azad û demokratîk daye ber xwe, bandoreke erênî li demokratîkbûna welayên herêmê jî kiriye. Ji ber sedema ku rêxistiniya berbelav a civakê daye ber xwe, ji ber ku hê ji niha ve çareseriya jiyana azad û demokratîk daye ber xwe, hemû derdorên civakî di stratejiyeke wiha têkoşînê û projeya çareseriyê de rola xwe dîtine û li ser vê hîmê ketine nav rêxistiniya Neteweya Demokratîk hem xwe bihêz kirine û hem jî têkoşîna azadiyê geş kirine.

Vê rewşê zemîna ku gelê Kurd hem navxweyî bi hemû cihêrengiya xwe bi hev re têkoşîna azadiyê bidin qeyîm kiriye û hem jî derfetên têkoşîna hevpar derxistiye holê ku gelên herêmê, bi derdorên cuda yên etnîk û baweriyê têkiliyên germ deynin. Ji hêla PKK'ê ve jî, qutbûna ji xeta dewletî, tevgera li ser xeta Neteweya Demokratîk, diyarkirina ku doza Kurd wê bi têkoşîna demokratîkbûnê çareser bibe, PKK ji xitimandinê, ji zaboqekê derxistiye.

Ên ku hemû rêxistinên sosyalîst, rêxistinên şoreşger, tevgerên rizgariya neteweyî xitimandin, kirin zaboqê, qels kirin hişmendiya dewletî bûye. Heta ku hişmendiya dewletî û desthilatdarî domdar be siûda ku tevgerên şoreşger bi ser bikevin kêm e. Di sedsala 20'an de hin têkoşînên rizgariya neteweyî çêbûne ku xwe spartine hêleke dinyayê ya du hêlî. Belkî beşek ji van, di dinyaya du hêlî e, di serdema şerê sar de, ji kampa sosyalîzma reel destekeke mezin wergirtine û wiha bi encamê ve çûne. Lê piştre piraniya van ji gel qut bûne, her çendî ji bo jiyaneke azad û demokratîk bi rê ketibin jî dawiyê bûne pergalên desthilatdarî, dewletî û otorîter.

Ji vê hêlê ve, piştî ku PKK ji hişmendiya dewletî qut bû, têkoşîna azadiyê û jiyana demokratîk a Kurdan karîgertir û bêhtir rêxistinî bûye, her wiha derfetên têkoşîna hevpar a bi gelên di re jî zêdetir bûye. Bûye zemîna ku li Kurdistanê hemû derdorên civakî tevlî têkoşînê bibe, li welatên ku li ser Kurdan mêtingeriyê dikin geşedaneke demokratîk çêkiriye û teşwîq kiriye ku encamên demokratîkbûnê derkevin holê.

PKK bi hişmendiya Neteweya Demokratîk zêdetir bûye xwedî karekterekî demokratîk. Hişmendiya netew-dewletî hişmendiyeke otorîter hewce dikir. Hişmendiya netew-dewletî navendîbûna bi xwe re dianî. Hişmendiya netew-dewletî ne tenê bi qedroyan re , vîn û hişmendiya azadî û demokrasiyê her wiha bi gel re jî bihêz nedikir. Ji vê hêlê ve hişmendiya Neteweya Demokratîk hêza PKK'ê geş kir. Kir ku PKK li dijî êrîşan qeyîm bibe. Kir ku PKK ji hêla îdeolojîk, teorîk, siyasî, civakî, rêxistinî û çalakiyê ve pêşî lê vebe.

Baş e, ku ev guherîn çênebûya wê çi bibûya?

Heke piştî komploya navdewletî bi PKK'ê re guherînên teorîk, paradîgmayî çênebûya dibe ku PKK tasfiye bibûya. Wê nikarîbûya ji bin komploya navdewletî derbiketa. Lê nûjeniya teorîk, guherîna hişmendiya polîtîk, kûrbûna hişmendiya nêzîkatiyê ya li civakê û jiyana azad û demokratîk, kir ku PKK piştî komployê bihêztir bibe. Heke PKK negihişta hişmendiya Neteweya Demokratîk, negiştina hişmendiya konfederalîzma demeokratîk a ku xwe dispêrê ser civaka rêxistinî, heke hişmendiya jiyana azad û demokratîk derneketiba holê dibe ku tasfiye bibûya. Wê nirxên ku piştî komployê derxistî holê nikarîbûya derbixista. Wê nikarîbûna serketî bibe. Vê hişmendiyê kir ku PKK di nav Kurdan de bibe hêza herî karîger a siyasî her wiha kir ku li bibe pêşengê jiyana azad û demokratîk a gelên Rojhilata Navîn. Mirov bala xwe bidiyê, li pêşberî guherîna paradîgmayî, teorîk û bernameya ku danî holê ya PKK'ê, tevger û komên dî yên siyasî yên Kurd nekarîna ku hebûna xwe nîşan bidin. Bêkarîgerbûna komên cihê yên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê hem ji ber darbeya ku piştî darbeya 12'ê Îlonê xwarin û hem jî ji ber wê ye ku PKK tim xwe diguherîne, vediguherîne. Kom û tevgerên dî di hişmendiya netew-dewletê de aliqî mane, ti teql nedane xwe. Her çendî li Başûrê Kurdistanê hin partî bi desteka hêzên derve li ser piyan mabin jî, li pêşberî hişmendî û zêhna Neteweya Demokratîk bêkarîger mane, nekarîne ku gavek bidin ber xwe. Li devera ku xeta Rêber Apo û PKK'ê heye ketine rewşeke wiha ku nikaribin hebûna xwe biparêzin.

Piştî ku Rêber Apo ji rizgariya netewî gihaşte çareseriya Neteweya Demokratîk di kadroyên PKK'ê de guherînên girîng çêbûn. Dûrketina ji hişmendiya dewletî, desthilatdariyê, gihaştina paradîgmaya azadîxwaziya jinê, demokratîk û ekolojîk, di serî de di PKK'ê de guherînek çêkiriye. Derketina pêş a xeta azadiya jinê, kiriye ku di serî de PKK di nav civaka Kurd de demokratîkbûn çêbibe. Di nav civaka Kurd de di van 15 salên dawî de di hişmendiya azadî û demokratîk de geşedaneke mezin çêbûye. PKK'ê heta salên 2000'î geşedanên mezin bi xwe re anîne, lê piştî salên 2000'î karîgeriya xwe zêdetir kiriye û berbelavtir bûye.

Komploya navdewletî bi vê xeta Rêber Apo hatiye pûçkirin. Îro hem komploya navdewletî hatiye pûçkirin û hem jî PKK bi xeta xwe ya Neteweya Demokratîk a şoreşger sosyalîst a ji hişmendiya ya ku ji hişemdniya dewletî, desthilatdarî xwe dûr xistiye, di nav gelên dinyayê de bûye xwedî cihekî girîng. Îro di nav gelên dinyayê de têkoşîna PKK'ê sempatiyeke mezin bi xwe re aniye. Paradîgmaya azadîxwaziya jinê, demokratîk û ekolojîk li nav hemû derdorên demokratîk, sosyalîst bi baldarî tê şopandin, ji vê hêlê ve xeta Neteweya Demokratîk kelecaniyeke mezin bi xwe re aniye.

Ji vê hêlê ve PKK di sedsala 21'ê de bûye nûnera hesreta jiyana azad û demokratîk a gelan. PKK bi hişmendiya xwe ya konfederalîzma demokratîk ji têkoşîna sosyalîst re jî bûye hilmek. Kiriye ku hişmendiya sosyalîzma bê desthilatdarî û dewletî geş bibe û bi paradîgmaya xwe ya nû kiriye ku xitimîna sosyalîzma dewletî û desthilatdarî ya sedsala 20'ê rê ji xwe re bibîne. Xitimandina li pêş sosyalîzmê vekiriye û astengiyên li ber rakirine. Ji vê hêlê ve PKK îro di nav têkoşînên sosyalîst bûye partiya herî karîger.

Piştî ku PKK ji dewletê û desthilatdariyê dûr, li pêşberî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk danî ne tenê li dijî mêtingeriya kapîtalîst her wiha li dijî şêwaza jiyana wê, hişmendiya wê, li dijî hişmendiya wê ya civakî jî pêşniyarên çareseriyê yên alternatîf daniye holê û wiha bi perspektîfa têkoşîna xwe ya karîger PKK îro li nav gelên dinyayê, di nav tevgerên sosyalîst de bûye xwedî cihekî bi nav û deng û kiriye ku PKK hem li Kurdistanê û hem li Rojhilata Navîn karîgertir bibe.

Niha ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo kêşeyên Rojhilata Navîn jî PKK tekane hêza çareseriyê ye. Di rewşa kaosê ya Rojhilata Navîn de, di rewşa şer a Şerê Cîhanê yê Sêyem de, xeta Rêber Apo, xeta PKK'ê kiriye tekane xeta çareseriya kêşeyan. Kî li Rojhilata Navîn aştî û aramiyê bixwaze, kî demokratîkbûna Rojhilta Navîn bixwaze, kî bixwaze li Rojhilata Navîn ji kêşeyên heyî xilas bibe, divê xeta PKk'ê û Rêber Apo ya îdeolojîk, teorîk û paradîgmayî bibîne û pratîka ku vê bi xwe re aniye bibîne. An wê li gorî vê xetê biçin an jî li pêşberî vê xetê wê bêkarîger bibin.

Em bi rehetî dikarin vê bibêjin; çareseriyên teorîk ên Rêber Apo, xeta Neteweya Demokratîk û têkoşîna bi vî rengî bi teqezî li Rojhilata Navîn guherîneke mezin a hişmendiyê aniye. Di nêzîktêdayinên siyasî de rê li ber asoyên nû vekiriye. Ji bo gelan hêvî çêkiriye. Gel di nav vê xetê de êdî jiyana berê naxwazin. Ev hem zorê li hêzên statûkoparêz ên herêmê dikin û hem jî zorê li wan hêzan dikin ku dest di herêmê dane. Ji ber vê jî yan her kes heta bi astekê neçar in ku xw biguherîne an jî di xitimandina Rojhilata Navîn de wê bê çareserî bimînin û her tiştî ji dest bidin.

SIBE: ŞOREŞA ROJAVA

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA