DGH'ê li hemberî Fermandariya Baskê 7. ê Artêşê çalakî pêk anî

DGH'ê, li herêma navbera Erxenî-Çermûkê ya Amedê, li hemberî cebilxaneya leşkerî ya Fermandariya Baskê 7. ê Artêşê çalakî pêk anî.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) li ser mijdarê daxuyaniyek weşand û ragihand, ku di encama çalakiya 15'ê Cotmehê de li depoya cebilxaneya leşkerî teqîneke mezin rû daye û avahiya ku depoya cebilxane tê de bû bi giranî rûxiya ye. DGH'ê diyar kir, ku dengê teqînê ji navenda Amedê jî hatiye bihîstin û ev agahî da:

"Waliyê şerê taybet ê li Amedê, ji bo hejmra kuştiyên xwe veşêre û raya giştî bixapîne, ev çalakî ji nedîtî ve hat. Walîtiyê, çalakî weke 'şewatê' ragihand û îdîa kir ku şewat li derveyî qada leşkerî derketiye. Lê belê divê raya giştî bi vê zanibe, ku gurûhên şerê taybet ên TC û medya wan, rastiyê û hejmara kuştiyên xwe vedişêrin. Depoyên cebilxaneya dijmin a li cihê çalakiyê teqiyane û dengê teqîna dijwar ji navenda Amedê jî hatiye bihîstin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Lê belê bi dehan ambûlans û arkujan berê xwe dan herêmê û leşkerên mirî û birîndar rakirin. Pêwîste gelê me û ciwanên me yên fedayî bi ti awayî ji medya şerê taybet a dijmin bawer nekin. Weke DGH û DGKH em ê hemû çalakiyên xwe bi rengekî zelal ji raya giştî re her tim eşkere bikin."

'RÊBER APO SEDEMA ME YA JIYANÊ YE'

DGH'ê diyar kir, ku çalakî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin û wiha dewam kir:

"Rêberê me ji aliyê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ve dîl tê girtin. Li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê xwe em nikarin ti agahiyê bigirin. Rêber Apo ji bo me sedema jiyanê ye. Eger zerareke biçûk lê bê kirin, em ê cîhanê li TC a faşîst biherimînin. Heta ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, em ê her çalakiyê bi rêbaza fedayî bikin. Dema mijar Rêberê me be, çalakiyên bi her awayî rewa ne, lê kêm e. Ji ber vê yekê em ê çalakiyên xwe roj bi roj zêde û hê bi bandor bikin. Heta ku gurûha TC a faşîst dest ji ê biqere. Heta ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Di vê çarçoveyê de em hevrêyên xwe yên bi rengekî serketî çalakî kirin, bi germahiya şoreşê pîroz dikin û serketinê her daîm ji wan re dixwazin. Tîma me ya fedayî ya Şehîd Avesta Karker ku çalakî pêk anî, bi rêbazeke fedayî bi ser dijmin ve çû û piştî çalakiya xwe bi rengekî serketî pêk anî, vegeriya qadên xwe yên xebatê. Piştî çalakiyê beşeke mezin a depoya cebilxaneyê îmha bûye. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Lê belê bi dehan ambûlans û tîmên arkujiyê leşkerên mirî û birîndar rakirin nexweşxaneyan. Ji niha û pê ve jî çalakiyên me yên dişibin van wê zêdetir bibin û bidomin."