Dewletê girtiyekî din ê nexweş qetil kir!

Girtiyê nexweş Celal Şeker ku daxwaza tehliyeyê hatibû redkirin, vê sibê jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş Celal Şeker li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî bû, tevî ku  sedî 96 rapora wî ya nexweşiya giran a taybet hebû, îro serê sibehê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê jiyana xwe ji dest da. Celal Şeker di 19'ê Çileyê de krîza dil derbas kiribû û rakirîbûn Nexweşxaneya Lêkolînê û ji wê rojê vir ve di Beşa Venerîna Lezgîn de dihat girtin. Her çendî di raporê de dihat gotin ku "Nikare di girtîgehê de bimîne" û "Sedî 96 nexweşê giran ê taybet e" dîsa jî dewleta AKP'ê ew tahliye nekir û Şeker jiyana xwe ji dest da.

DAXWAZA TEHLIYEYÊ HATIBÛ REDKIRIN

Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) gelek caran ji bo Şeker serbest bê berdan, serî li Dadgeha Makeqanûnê da, lê dadgehê bi hinceta "Kesê serlêdanê dike dikare xwe bigihîne xizmetên tenduristiyê" serlêdan red kir.

Malbata Şeker îro li morga nexweşxaneyê cenaze wergirtin, ber bi Mûşê ve ketin rê.