'Dewleta Tirk wê nikaribe bi ser bikeve'

Rêber Roboskî ku li qada Karker a Zapê fermandarî dikir, beriya şehîd bikeve gotibû ku li hemberî êrîşên gengaz wê berxwedaneke mezin nîşan bidin û destnîşan kiribû ku dewleta Tirk wê nikaribe bi ser bikeve.

Şehîd Rêber Roboskî salên dûr û dirêj li Zagrosan şer kir, bi taybetî li Zapê di gelek çalakiyan de derbên giran li dijmin xist. Fermandar Roboskî sala 2017'an li Xeregolê, sala 2022'an jî li Zapê di tunelên şer de bû.

Beriay êrîşên dagirkeriyê yên Nîsana îsal destpê bikin, ji ANF'ê re wiha gotibû, "Dixwazim bibêjim ku weke gerîlayekî amade me. Di vê demê de êrîşên dijmin zêde bûne, gelek ji van êrîşan ji aliyê gerîla ve hatine pûçkirin. Ji bo şerekî gengaz, mîna hevrêyên xwe hemûyan ez jî amade me. Em ê nehêlin ku artêşa Tirk a dagirker armanca xwe ya dagirkirina Kurdistanê pêk bîne. Li ser vê bingehê heta dawiyê ji xwe bawer im. Dijmin hewl bide ku ji kîjan alî ve li me bixe jî wê têk biçe. Bi kîjan rê û rêbazê bi ser me ve bê jî em ê bi tecrûbeya ji dîroka xwe wergirtî, wan têk bibin. Ji bo têkbirina dijmin, kûrbûneke mezin heye. Bi van tecrûbeyan xwe heta dawiyê amade dibînim."