Dewleta Tirk li Cûdiyê agir bi qadê xist

Artêşa Tirk agir bi gundê Derêsorê yê li Çiyayê Cûdî û li Newala Îsa Axa ya Cizîrê xist.

Li gundê Derêsor ê girêdayî bajarokê Bêspîn ê Silopiya ya Şirnexê ku dikeve quntarê Çiyayê Cûdî, di danê nîvro de şewat derket. Hat ragihandin ku leşkeran li herêmê gule li derdorê reşandine û ji ber reşandina guleyan agir bi qadê ketiye.

Ji bo vemirandina şewatê heta niha tu gav nehatine avêtin û şewat kêlî bi kêlî geş dibe.

Di heman demê de li çoltera gundê Newala Îsa Axa yê Cizîrê jî şewat derket. Hat diyarkirin ku şewat li qada perwerdehiyê ya Fermandariya Jendirmeyan û Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê ji çêbûye. Demek piştre şewat li çêrgeha gund belav bû. Şewat hêj didome û ji bo vemirandina şewata ber bi gund ve berfireh dibe jî tu mudaxele nayên kirin.