Dilê dewleta Tirk hîn jî li şewata li Kurdistanê rehet nebûye

Li gundên Bedehê, Orê û Babîrê yên li herêma Metînayê, ji ber êrîşa dewleta Tirk şewat derket. Hikumeta Kurdistanê ya Federal ji bo vemirandina şewatê heta niha tiştek nekiriye.

Şewata li Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate derxistin dewam dike. Ji ber bomberdûmana bi obus, hawan û balafirên şer li gelek deveran şewat derket. Herî dawî li gundên Bedehê, Orê û Babîrê yên herêma Metînayê ji ber êrîşên dewleta Tirk şewat derket.

Şewata li gundê Babîrê piştî çend saetan li qadeke fireh belav bû. Ji bo agir bi gund nekeve, gundî hewl didin şewatê vemirînin. Hikumeta Kurdistana Federal ji bo vemirandina şewatê heta niha tiştek nekiriye. Gundiyan nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan.