Dewleta Tirk gundekî Zaxo bomberdûman kir

Balefirên şer ên Tirkiyeyê gundê Şeranîşê yê Zaxo ya li Başûrê Kurdistanê bomberdûman kir.

Li gorî agahiyên ku hatine setendin balefirên şer ên Tirk vê sibehê gundê Şêraniş ê Zaxoyê bomberdûman kir. Ev êrîş li dijî qadên sivîlan hate kirin û di êrîşê de du bombe li baxçeyekî malekê ket.

Di êrîşê de tiştek bi kesî nehat û xisareke maddî çêbû. Gundiyên li herêmê diyar kirin ku du wesayît, mal û baxçeyek xisar dîtine.

Li Zaxoyê bi nî navî du gund hene, li gundekî Misilman û li gundê din jî Xirîstiyan dijîn. Ev êrîş li dijî gundê Misilmanan hate kirin.