Dewleta Tirk gundê Osmana bombe kir
Artêşa Tirk gundê Osmana yê Amediye yê Başûrê Kurdistanê bombe kir.
Artêşa Tirk gundê Osmana yê Amediye yê Başûrê Kurdistanê bombe kir.
Li gorî nûçeya Roj Newsê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şevê dî bi derengî gundê Osmana yê bajaroka Bageşkê ya Amediyê bombe kir.
Hate gotin derbarê bombekirinê agahiyên zelal nehatine bidestxistin, demeke dirêj bombe hatine avêtin.
Artêşa Tirk a dagirker şevê dî ji qereqola Kanîmasiyê hawan avêtibû û li gundê Ravîna ya Kanîmasiyê ya Amediyê sivîlekî bi navê Macîd Silêman Permos kuştibû.