Dewleta Tirk bombe li mizgeft û malên li Çemankê barand

Balafirên şer ên dewleta Tirk roja 30'ê Cotmehê bombe li mizgeft û malên li gundê Bêdadê yê herêma Çemankê barandin. Herêm li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê ye.

Ji şêniyên gundê Bêdadê Mam Ehmed nerazîbûn nîşanî êrîşan da û got, cihê van êrîşên dagirkeriyê yên dewleat Tirk ne di dînê Îslamê de heye, ne jî di baweriyeke din de. Mam Ehmed diyar kir, êrîş yekser li bawerî û nirxên wan hatiye kirin.

Mam Ehmed got, "Dewleta Tirk bi rêya van êrîşên dagirkeriyê dixwaze me bitirsîne û gundê me vala bike. Em ê li pêşberî van êrîşan paş ve gavê neavêjin."

Mam Ehmed bang her kes û gelên ku van nirxên baweriyê diparêzin kir ku li gel têkoşîna wan cih bigirin.