Dewleta Tirk bombe li Amediyê barand

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li herêma Amediyê ya Başûrê Kurdistanê barand.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, balafirên şer ên Tirk derdora Çiayyê Zerkê yê herêma Amediyê ya Dihokê bombekir. Bombebaran seat 10:00’an de pêk hat. Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehate wergirtin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî xaka Başûrê Kurdistanê bi mehan e didome, roja 27’ê Hezîranê balafirên şer ên Tirk gundên Bazê û Gûlka yên Amediyê bombebaran kirîbun. Di êrîşê de rez û baxçeyên gundiyan zirar dîtibûn.