Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê jinek kuşt

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê de jineke ciwan jiyana xwe ji dest da.

Hêzên dewleta Tirk a dagirker, bi topan êrîşî herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê kir.

Li gorê nûçeya ajansa Rojnewsê, saet derdorê 15.30’î êrîşek pêk hat û di êrîşê de jineke 19 salî jiyana xwe ji dest da.

Herêma hatî topbarankirin, bajaroka Şêrwana Mezin a girêdayî navçeya Mergeso ya Hewlêrê ku dikeve herêma Barzan e.

Hate ragihandin ku jina ciwan a jiyana xwe ji dest dayî, ji gundê Bawra ye û navê wê Dînyar Reşîd Nacî ye. Termê Nacî, rakirin Tipa Edlî ya Soranê.

Ev bi mehan e ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêma Başûrê Kurdistanê dike. Herêmên sivîlan bi awayekî sîstematîk tê bombekirin. Beriya niha bombeyên misketan ku çekeke hatiye qedexekirin jî bikar anîbû. Di van êrîşên dewleta Tirk a dagirker de herî zêde sivîl zererê dibînin. Heta niha bi dehan sivîl ji ber topbaranê jiyana xwe ji dest dane.