Dewleta Tirk bombe li Şêladizê barand
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li herêma Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê barandin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li herêma Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê barandin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên artêşa Tirk li gorî dema herêmê saet 9'an bombe li Çiyayê Kurojahro û derdora wê yên li herêma Şêladizê barandin.
Hate ragihandin, devera hatiye bombekirin cih û warê sivîlan e. Li ser encamên bomberdûmanê agahî bi dest neketin.