'Dewleta Tirk a kîmyewî'

Gelek caran hatiye belgekirin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî gerîla û gelê Kurd bikar aniye. Bikaranîna çekên kîmyewî ku ji aliyê dewleta Tirk ve bûye karekî rûtîn, nîşan dide ku li hemberî têkoşîna gerîla ya 40 sal in ku çiqasî têk çûye.

Dema ku em behsa xûyê hovîtiyê bikin, ne pêkan e ku qala dewleta Tirk neyê kirin û serkêşiyê neke. Ev dewleta ku feraseta dijminahiyê jî derbas kir û her roj hovîtiyê dike, xwediyê rûyekî reş ê ji exlaq û rûmetê hatiye şûştin e. Ji hemû nirxên mirovahiyê bêpar e. Çi cure êrîş nemane ku li Kurdistanê pê ranebûne. Ji êşkenceya fîzîkî heya bi ya derûnî, ji ya civakî bigire heta bi ya demografîk, ji ya mirovan bigire heta bi zindiyan û xwezayê. Bi kurtî dewleteka kujer e ku xwîna bi milyonan Kurdan di stûyê wê de ye.

Di sedsala dawîn de gelek bûyerên bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê hatine dîtin. Bi taybetî di 40 salên dawîn de ji aliyê dewleta Tirk ve ev êrîş hatine pêkanîn. Gelek bûyer hene ku hûrguliyên wan heta niha nehatine zanîn û hatine veşartin. 

Wek mînaka êrîşa sala 1999’an e ku hatiye bibelgekirin. Di 11’ê Gulana 1999’an de li gundê Bilika yê Şirnexê artêşa dewleta Tirk li dijî hêzên gerîla çekên kîmyewî bi kar anîn. Li vir 20 gerîla şehîd bûn. Ew çax, fermandarê artêşa Tirk Necdet Ozel bû ku bi navê Necdetê Kîmyewî tê naskirin bi vê êrîşê rabû. Bê guman bûyereke bi êş e û hovîtiya dewletê aşkere dike. Lê îro ev hovîtî bi kesayeta Necdetê Kîmyewî sînordar nemaye û bûye çanda dewleta Tirk. Bi vê yekê heta bi niha ev çek bi ser Kurdistanê de tê barandin. Lê bi giranî her du salên dawîn derdikeve pêş. Êdî dewleta Tirk jî têgihîştiye ku nikare ber li xwebipêşxistina gerîla bigire û di şer de zêde windahiyên wê çêdibin. Lewma giraniyê dide ser van çekên qedexe û bi vê hewil dide ku hêzên gerîla ji holê rake.

BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN SALA 2021’AN

Dewleta Tirk a dagirker, di 10’ê Sibata sala 2021’an de li herêma Siyanê ya Gareyê operasyonek li dar xist û di encamê de bi bin ket û neçar ma bi paş ve gav biavêje. Piştre hat diyarkirin ku li vê herêmê çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla hatine bikaranîn û di encamê de berxwedêrên Siyanê şehîd bûne.

23’yê Nîsanê jî li Zap, Avaşîn û Metînayê jî êrîşên berfireh dan destpêkirin. Ji rojên despêkê ve û piştî ku dîtin têk diçe, artêşa dagirker, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Bi giştî di nava salê de ev çek li Siyanê, Mamreşo, Zendûra, Girê Sor û Werxelê 367 car hatin bikaranîn. Di encama van êrîşan de 40 gerîla bi van çekan şehîd bûn. 

GIRÊ SOR

Artêşa dewleta Tirk a Dagirker, bi her cureyî êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên Girê Sor, lê encam bi dest nexist. 3’yê Îlona sala 2021’î bi cureyekî nû yê kîmyewî êrîş kir. Di vê êrîşê de 6 gerîla şehîd bûn. Gerîlayên ku ji van êrîşan rizgar bûn, der barê van êrîşan wiha gotin: 

“Dewleta Tirk, her tiştê ku di şer de qedexe ne li ser me bi kar anîn. Hin ji van teqemenî bûn û gaza kimyewî ya ji van teqemeniyan û gazên îsotê bûn. Dijmin heta niha nekarî hevaleke/î me bi tenê jî bi guleyekê şehîd bixe û li tu cihî sîng bi sîng nekarî şer bike. Mij, duman û bêhna van gazên kimyewî ji hev cuda bû. Carinan gaza îsotê diavêtin, carinan jî hin gazên cuda yên kimyewî diavêtin. Gaza ku pêşî avêtin rengê xwe kesk bû, tehma şekir dida mirov û bêhna wê weke şekirê şewitî bû. Bêhna vê gazê pir xweş bû. Ji bo ku em ji vê behnê aciz nebin û bikişînin ser kezeba xwe ev bêhn û tehma xweş didan. Bêhna gaza ku bû sedema şehîdbûna heval Baz, mîna avê cilşoyê bû. Demeke dirêj bandor li ser mirov dikir. Hevrê Baz ne wê gavê, piştre şehîd bû. Tevahiya rojekê aveke bikef a zer ji devê heval Baz diherikî û piştre şehîd bû. Carinan gazên cuda jî diavêtin, rengê piraniya van gazan, bi ser rengê spî de bû.”

PÊNÇ CUREYÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê, di 27’ê meha Mijdarê de aşkere kir ku wan 5 cureyên çekên kîmyewî tesbît kirine. Li gorî Karayilan; a yekemîn gaza sinêrê ye, ango hucreyên sinêr ên mirov ditevizîne. Ji bo demekê mirov bê bandor dihêle, piştre mirov jiyana xwe ji dest dide. Ev gaz, bi navê Tabûn tê naskirin. A deyemîn mirovan difetisîne. Di nav vê çekê de gaza kloropîn heye. Ji vê gazê re Grenn Cross tê gotin. A Sêyemîn, gaza şewatê ye. Ev gaz, mirovan dişewitîne û ziwa dike. Li kû derê were bikaranîn agir bi wî cihî dixe. Navê vê çekê Sulfur Mûstant e; Yellow Cross jî jê re tê gotin. Ev gaz, rengê kesk dide. A çaremîn mirovan bêhal dike, ji hiş dixîne. Mirov bi demkî felc dike. Ev gaz, li Girê Kartal hat bikaranîn. A pêncemîn gaza îsotê ye. Dema ev gaz li cihekî girtî bi kar tê, bandoreke mezin çêdike û mirovan dibe ber bi mirinê ve.

LI DIJÎ SIVÎLAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Artêşa dagirker, ne tenê li dijî hêzên gerîla, li dijî xelkê sivîl jî bombeyên kîmyewî bi kar anîn. Di 4’ê Îlona 2021’an de xelkê gundê Hirûrê yê girêdayê Metînayê û bi taybetî sivîlê bi navê Abdullah Hirûrî tevî hevjîn û keça xwe ji vê gazê bandor bûn û rakirin nexweşxaneyê. Her 3 sivîlên gundê Hirûrê verişiyane û li ser hişê xwe çûn. Piştre hat zelalkirin ku sivîlên din jî ji vê gazê bi bandor bûne. Lê desthilata PDK’ê ev yek veşart û nexwest ku di çapemeniyê de xuya bibe. 

BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN SALA 2022’YAN

Di sala 2022’an de pêla êrîşên çekên kîmyewî gelekî bilind bû. Bi tenê di navbera 14’ê Nîsanê û 14’ê Tebaxê de 1532 car êrîşên bi çekên kîmyewî hatin kirin. Ev yek, ji aliyekî ve nîşaneya asta binketina dewleta Tirk e, ji aliyê din ve hevkariya bêdawîn a hêzên hegemon e. Bê guman di vê mijarê de hêzên gerîla ji bo xweparastinê li gorî salên çûyî tevdîrên pêwist kirine. Wekî din ne pêkan e ku mirov di tûnelan de şerê hebûnê ji 4 mehan zêdetir bimeşîne û bi awayekî aktîv derbên giran li dagirkeran bide.

BELGEYÊN KU HÊZÊN GERÎLA RAGIHANDINE

A - Çekên TERMOBARÎK li Werxelê

Li tûnelên şer ên Werxelê, di der barê şerê artêşa Tirk de belgeyên nû derketin holê. Hêzên gerîla, dîmen û wêneyên van çekan tomar kirin û ji raya giştî re ragihandin. Di dîmenan de diyar e ku li ser kartonan TERMOBARÎK hatiye nivîsandin. Ev bombe bi germahiyeke zêde ji nişkan ve pestoyê çêdike û qadê parçe parçe dike. Lewma, di peymana Cenevreyê de hatiye qedexekirin.

Li gorî lêkolînan, Termos, di Yewnanî de tê wateya ‘germahî’ yê û baros jî tê wateya ‘pelçiqandinê. Ev çek, ji bo çêkirina teqîneke mezin bi germahiyeke zêde pêlên şokê çêdike. Ev çek, bi madeyên oksîjen û sotemeniya termokrîtîk a hewayî tê lihevxistin û bi fitîleke elektronîk tê teqandin. Bi vî awayî teqîneke mezin jê çêdibe û cihê ku tê de diteqe zêde xera dike. 

Ev çek, ji aliyê Rûsya û DYE’yê ve hatiye çêkirin û piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Iraq û Efxanistanê hatine bikaranîn. Lê diyar e ku dewleta Tirk, ev çek wergirtine û niha bi awayekî aktîv li dijî hêzên gerîla bi kar tîne. Gerîlayên li Girê Sor û Werxelê, ragihandî bûn ku piştî teqîneke mezin hejandineke wekî erdhejê çêdibe.

B - Çekên kîmyewî li Herêma Berxwedanê ya Şehîd Şahîn

Li qada berxwedanê ya Şehîd Şahîn ku artêşa Tirk du mehan hewil da dagir bike û lê bi cih bibe, li hemberê çeperên şer ên li Girê Şehîd Berxwedan çeka kîmyewî ku ji yên din cudatir bi kar anî. Li vê çeperê, komek ji gerîlayên bi Fermandariya Bager Gever û Avzem Çiya 47 rojan li dijî her cûre teknîka şer bi awayekî bêhempa li ber xwe dan.

2’yê Hezîranê 4 gerîlayên li herema Şehîd Şahîn şehîd bûn. Beriya ku şehîd bikevin sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dîmenekê belge kirin û gihandin biryargeha xwe. Di dîmen de diyar dibe ku çeka kîmyewî ji toza spî û reş pêk tê û li gor danasîna gerîla bêhneke gelek giran jê tê. Ev gaz, yekser dikeve qirika mirovan, bêhna mirov diçikîne. Di dîmenan de xuya ye ku hêzên gerîla maskeya li dijî gazê bi kar tînin.

Gazên ku dewleta Tirk bi kar tîne dibe ku piştî bi rojan çalak bibin û mirov ji ber jiyana xwe ji dest bidin.  Dema ba li gaza ji tozê dikeve careke din aktîv dibe. Tevî vê gazê, gaza îsotê û gazeke kîmyewî ya din ku rengê wê zer e jî hatiye bikaranîn. Rengê vê gazê zer û bê bêhn e û mirovan bêhal dike.

C - Berdana gaza kîmyewî ya hundirê tûnelên Werxelê

Di dîmenên tîmên bi tevger ên gerîla kişandine de û di 16’ê Tîrmehê de hatiye weşandin de diyar dibe ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker, kîsên çekên kîmyewî diavêjin tûnelan û piştre xortomeke mezin dirêj dikin ku bayekî bişid li madeyê kîmyewî bikeve û bavêje nav tûnelan. Ev belge, belgeya herî berbiçav a êrîşên çekên kîmyewî û hovîtiya dewleta Tirk e. 

D - Li Çeperên şer ên Girê Hekariyê jî çend êrîş hatin tomarkirin û belgekirin

ÇEKÊN TAKTÎK NUKLEER

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, di gelek daxuyaniyên xwe de bal kişand ser bombeyên taktîk nukleer ên dewleta Tirk a Dagirker bi kar tîne. Çi ne ev çek?

Li gorî hin lêkolînan piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û dîtina bandora çekên nukleer di qada şer de, hêzên hegemon, li rêbazekê xebitîne ku çekekê çêbikin ku biçûk be û di qadeke sînordar de bê bikaranîn. Her wiha ji bo ev çek xwedî bandoreke mezin be ku ji çekên nûkleer ne kêmtir be, li gorî wê bombeyên taktîk nûkleer hatine çêkirin. Ango çekên nukleer ji bo qadên fireh û çekên Taktîk Nukler ji bo qadeke sînordar tên naskirin. Li gorî hin lêkolînvanan ev çek xwedî wê hêzê ye ku teqînekê çêbike ku bi qasê 50 tonên hêza teqînê çêbike. Mînak; bombeya taktîk nukler a Emerîkî B61 xwedî wê hêzê ye ku bi qasê 340 ton hêza teqemeniyê çêbike. Hêza van çekan a esasî ew e ku dikare dîwar û zinaran derbas bike û bi vî awayî wê deverê bi giştî xera bike. 

BÊDENGÎ

Di warê fermî de bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye. Li gorî vê biryarê saziyên peywendîdar hatine avakirin ku vê yekê bişopînin û li ber rabin. Lê çawa ku pergala kapîtalîst li gorî berjewendiyên xwe şer bi pêş dixe, di heman demê de van saziyan di çarçoveya berjewendiyên de ava kirine. Dema ku mijar dibe Kurd, ev sazî ker, kor û lal dibin. Heta bi niha bi dehan caran hatiye îsbat kirin ku dewleta Tirk van çekan bi kar tîne. Ji salên 90’î û heta bi vê kêliyê li ser Kurdistanê bombebaranên kîmyewî tên kirin. Gel tê qetilkirin, xweza tê talankirin. Qirkirineke biyolojî û demografîk tê kirin. Li hember van pêkanînan tu saziyekê dengê xwe nekiriye û bi vê bêdengiyê roniya kesk ji dewleta Tirk re pêxistine. Ha mirov xwe bêdeng kir ha jî çek firotin dewleta Tirk. Di navberê de tu cudahî nîn e. Ji wê boneyê ev sazî hevkarên esas ên dewleta Tirk in. 

Heman rewş dema li cihekî cuda pêk tê, dengekî bilind derdikeve û helwest tê nîşandan. Mînaka vê yekê li Sûriyê ye. Dema ev çek hat bikaranîn hemû saziyan zend û bend badan. Lê heta bi niha bi dehan gerîla şehîd bûne, hatine qetilkirin tu kes dengê xwe nake.  

BERXWEDANA DÎROKÎ YA GERÎLA

Bi esasî li hember van êrîşan hêzên gerîla xwedî amadekariyên mezin in. Em lê binihêrin di dîroka nêz de çi hêz yan jî tu gel nekariye li hember çekên kîmyewî xwe biparêze. Îro her roj li çiyayên Kurdistanê ev çek tên bikaranîn. Lê ev rewş tê wê wateyê ku dewleta Tirk, li hember tekoşîna gerîla ku 40 sal in li ser pêyan e xitimiye, ji hev de ketiye û têk çûye. Îro Kurd serbilind e ku xwedî ewladên wisa ne ku li hember çekên herî giran û teknîka serdemê şer dikin û çok li artêşa Tirk danîne erdê. Her çiqas êrîşên giran hebin jî bi vîneke ji pola, baweriyeke mezin û ji hêza ji mirovan zêdetir şer dikin û ala azadiyê diparêzin. Li Werxelê, Şikefta Birîndara, Çiyayê Reş, Kurojaro, Çemço, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Hekkarî û girê Amediyê de li hember van çekan sekneke bi rûmet û xwedî pîrozahiya mezin tê raberkirin. Ger di vê serdemê de gerîla xwediyê vê astê be, bê guman salên pêş wê rêbazên şer dewlemendtir bibin û taktîkên nû li hemberê êrîşên dagirkeriyê bi pêş bikevin. Ji ber ku gerîla xwedî wê hêzê ye ku her sal bi pêş bikeve û vê yekê bi piratîk bike û bike malê dîrokê. Lê dewleta Tirk, êdî ji vir û bi şûn de tiştek nema ku bi kar neanîbe û wê di nav van êrîşên xwe de bê fetisandin.