Dewleta Tirk a dagirker li Bradostê gundan topebaran dike

Dewleta Tirk a dagirker, herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê niştewarên sivîlantopebaran kirin. Gelek sewalên gundiyan telef bûn, rez û baxçeyên wan şewitîn.

Li gorî çavkaniyên herêmî dewleta Tirk a dagirker, roja sêşemê careke din gundê Sîran û Xelîfan ê herêma Biradost a Sîdekanê topebaran kir.

Di encama topebaranê de bi dehan sewalê gundiyan telef bûn û li rez û baxçeyên gundiyan şewat derket.

Welatiyê ji gundê Sîranê, Fetahî Ebdûlwehîd di derbarê mijarê de ji Rojnewsê re axivî û got, “Di vê êrîşê de deh çêlekên gund telef bûne, 4 jî birîndar bûne.”

Hate ragihandin di encama topebaranê de li rez û baxçeyên gundiyan şewat derketiye û gelek ziyan pêk hatiye. Ebdûlwehîd anî ziman ku ji ber topebaranê û balafirên keşfê nikarin biçin şewatê bitefînin. Lewre beşeke mezin a rez û baxçeyan şewitiye.