Dewleta Tirk 5 sal in êrîşî Şengalê dike

Piştî ku DAÎŞ’ê di 2014’an de li Şengalê qirkirinek û Şengal hate azadkirin, dewleta Tirk a ku tehamula wê ji rêxistinkirina leşkerî û siyasî ya civaka Êzidî tune, 5 sal in êrîşî Şengalê dike.

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2017’an û vir ve dehan caran êrîşî Şengalê kiriye. Di êrîşên ku berdewam dikin de rêveberên leşkerî û sivîl ên civaka Êzidî û welatiyên sivîl şehîd bûn.

Êrîşên ku dewleta Tirk di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê ve dabû destpêkirin, didomin. PDK ku ew jî şirîkê êrîşan bû, carinan jî hêzên girêdayî hikumeta Kazimî telê kir. PDK’ê di 3’ê Adara 2017’an de çeteyên bi navê ‘Roj’ şandibû ser bajaroka Xanesor a Şengalê. Di vê êrîşê de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Naze Nayif, 7 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd bûn. Her wiha di vê êrîşê de nûnera Çapemeniya Azad rojnamevan Nûjiyan Erhan ku Komkujiya Şengalê ji hemû cîhanê re ragihandibû bi giranî birîndar bû û di 22’ê Adarê de şehîd bû.

PIŞTÎ KDP’Ê TIRKIYEYÊ ÊRÎŞ KIR

Di 25’ê Nîsana 2017’an de yekemîn êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê li dijî Şengalê pêk hat. Tê zanîn ku Şengal 170 kîlometreyan dûrî Tirkiyeyê ye. Di heman rojê de dewleta Tirk êrîşî navenda Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya li Çiyayê Qereçox a Rojavayê Kurdistanê kir û 20 şervanên YPG û YPJ’ê qetil kiribû. Di êrîşa li ser Şengalê de sivîlek şehîd bû û şervanek YBŞ’ê jî birîndar bû. Her wiha avahiya Radyoya Çira bi temamî hilweşiya û parka bajêr jî zirareke mezin dît.

PÊŞENGÊN ÊZIDÎ KIRIN HEDEF

Dewleta Tirk di êrîşa xwe ya duyemîn de endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ku di 15’ê Tebaxa 2018’an de ji merasîma bîranîna şehîdên Komkujiya Koço ya li herêma Geliyê Şîlo vegeriya, kir hedef. Di êrîşê de Mam Zekî şehîd bû, şervanê YBŞ’ê Mahîr Serhed ê bi giranî birîndar bû jî piştî du hefteyan şehîd bû.

Êrîşên dewleta Tirk bê navber berdewam kirin. Di 13’ê Kanûna 2019’an de 3 karkerên ku ji bo kolandina bîrê ji Kobanê hatibûn Şengalê, bûn qurbaniyên êrîşa hewayî. Di Mijdara 2019’an de bi droneyên bi çek êrîşî bajarokê Xanesorê kiribûm. Di vê êrîşê de 6 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn.

SÛÎKASTA LI DIJÎ FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ YBŞ’Ê

Dronên bi çêk artêşa Tirk di 15’ê Çileya 2020’an saet 10:30’an li gundê Digur ê navçeya Sinûnê ya Şengalê, li Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî da. Di vê êrîşê de Zerdeşt Şengalî û şervanên YBŞ’ê Şervan Cilo û Êzdîn Şengalî şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.

LI NEXWEŞXANEYÊ JÎ DAN

Bi êrîşa 15’ê Hezîrana 2020’an a li dijî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Herêmên Parastinê yên Medyayê, nexweşxaneyek gundê Serdeşt û hin cihên Çiyayê Şengalê hatin bombekirin.

ÊRÎŞ LI SER KAMPA SERDEŞTÊ

Di 30’ê Hezîrana heman salê de Êzidiyên li Wargeha Serdeştê ku ji Komkujiya Şengalê rizgar bûbûn, li Çiyayê Şengalê mabûn û di pêngava rizgarkirina Şengalê de cih girtibûn, kirin hedef.

BI DRONAN ÊRÎŞÎ GUNDÊN XANESORÊ HATE KIRIN

Di 23-25’ê Tebaxa 2020’an de bi êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re gelek nuqteyên Çiyayê Şengalê careke din hatin bombekirin. Êrîş heta 26’ê Tebaxê jî domiya. Li gundê Behrava yê Xanesorê dronên biçek li wesayîtekê dan û du kes şehîd bûn. Di êrîşa li gundê Barê de tiştek bi kesî nehat. Gundê Barê di 9'ê Mijdarê de dîsa bû hedefa dronên bi çek. Vê carê jî şervanekî YBŞ’ê û sivîlek şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.

QETILKIRINA SEÎD HESEN

Dewleta Tirk 16’ê Tebaxa 2021’an danê nîvro wesayîta Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen Seîd li bazara kevn a navenda bajarê Şengalê kir hedef. Di vê êrîşê de Seîd Hesen Seîd û biraziyê wî yê şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn û 3 kes jî birîndar bûn.

LI NEXWEŞXANEYA GUNDÊ SIKINIYÊ HATE XISTIN

dewleta Tirk a ku êrîşên xwe didomand, roja din li nexweşxaneke sivîlan a li gundê Sikiniyê da. Nexweşxane bi balefir û dronên biçek hate bombekirin. Di vê êrîşê de 8 kes şehîd bûn. Nexweşxane bi temamî hilweşiya. Muxlis Sîdar ku di nava şehîdan de bû yek ji bijîşkên sînornenas bû ku di sala 2014’an de ji Bakurê Kurdistanê hatibû Şengalê û nexweş tedawî dikir.

SÛÎKASTA LI DIJÎ HEVSEROKÊ MECLÎSÊ

Dronên biçek ên dewleta  Tirk di 7’ê Kanûna 2021’an de li wesayîta Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel da. Di vê êrîşê de Mervan Bedel şehîd bû û 2 zarokên wî yên di wesayîtê de jî birîndar bûn.

Piştî vê êrîşê 4 rojan avahiya Meclîsa Gel a navçeya Xanesor a Şengalê hate bombekirin û di encamê de xisar li avahiyê bû.

5 SAETAN ÊRÎŞÊN HEWAYÎ HATE KIRIN

Dewleta Tirk di sala 2022’an de jî dest ji êrîşên xwe berneda. Li Geliyê Şîlo yê Şengalê bi dronên biçek li wesayîtekê da. Yek ji fermandarên YBŞ'ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ'ê Enwer Tolhildan şehîd bûn. Balafirên şer 1’ê Sibatê saet 22.00’an li herêmên Amûd û Çilmera ku cihên stratejîk ên Çiyayê Şengalê ne, bomberdûman kirin. Di vê êrîşa hewayî de ya ku nêzî 5 saetan dom kir, tiştek bi kesî nehat.

ZAROKEKÎ 12 SALÎ HATE QETILKIRIN

Di 15’ê Hezîranê de dronên bi çêk ên dewleta Tirk êrîşî avahiya Meclîsa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê û derdora wê kirin; Selah Naso yê 12 salî şehîd bû û 8 kes jî birîndar bûn.

HÊZÊN KAZIMÎ DÎSA KETIN DEWRÊ

Dema ku êrîşên nû yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên di meha Nîsanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, hêzên Iraqî yên girêdayî Kazimî jî hewl dan bikevin Şengalê. Hêzên girêdayî Kazimî di 2’ê Gulanê de dest bi êrîşa li ser navenda Hêzên Asayîşa Êzidiyan û gundê Digurê yên girêdayî Sinûnê kirin. Li dijî van êrîşan bi taybetî hêzên YBŞ, YJŞ’ê, Hêzên Asayîşa Êzidiyan li ber xwe dan û êrîşkar neçar man ku vekişin. Di vê berxwedanê de şervanê YBŞ’ê Şervan Êzîdxan û şervana YJŞ’ê Feraşîn Şengalî şehîd bûn.

LI SER ŞENGALÊ KEŞF NESEKINÎ

Balafirên bêmirov û dronên bi çek ên dewleta Tirk piştî 24’ê Tebaxa 2022’an bê navber li ser Şengalê geriyan. Di vê çarçoveyê de di 29’ê Tebaxa 2022’an de di navbera navçeya Xanesorê û gundê Barê de li wesayîteke ku 2 şervanên YBŞ’ê tê de bûn, hate xistin. Di vê êrîşê de 2 şervan birîndar bûn.

Dronên bi çek di 11’ê Îlonê de li gundê Behrewa yê Xanesorê li wesayîteke hêzên YBŞ’ê dan; di vê êrîşê de tiştekî bi kesî nehat.

Bajarokê Til Ezer ku bi berxwedana xwe ya li dijî DAIŞ'ê tê naskirin, di 23'ê Îlonê de jî rastî êrîşan hatibû, lê tiştek bi kesî nehatibû.

Kampa Serdeşt careke din bû hedef. Di vê êrîşa 6’ê Cotmehê de tiştek bi kesî nehat.

Di 28’ê Cotmehê de wesayîteke sivîl a li nêzî navenda Cidal a Şengalê, roja din jî maleke li bajarokê Xanesorê hate bombekirin. Di van êrîşan de tiştek bi kesî nehat.

LI MEKANÊN PÎROZ HATE XISTIN

Di roja yekem a meha Mijdarê de dewleta Tirk li Qubeya Hesin Meman ku yek ji îbadetxaneya gelê Êzidî ya li navenda bajarê Şengalê ye kir hedef. Di vê êrîşê de tiştek bi kesî nehat lê xisar gihişt qubeyê.

DI ÊRÎŞA DAWÎ DE SIVÎLEK HATE QETILKIRIN

Li Taxa El Nasir ku yek ji taxên kevin e ku gerîlayên YBŞ û HPG’ê 11 mehan berxwedana Şengalê lê domandin, dewleta Tirk di 3’ê Mijdarê de li wesayîtek sivîl da. Di vê êrîşê dee sivîlê bi navê Mihsîn Şemo şehîd bû, jineke di wesayîtê de jî birîndar bû.