Dewleta Îranê kolberek qetil kir
Di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de, kolberekî jiyana xwe ji dest da.
Di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de, kolberekî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, duh siharê kolberek Kurd ê bi navê Îbrahîm Ehmed Nejad yê xelkê Mahabadê, li sînorê Serdeşt di encama êrîşa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest daye.
Hat diyarkirin ku piştî bûyerê cenazeyê Îbrahîm rakirin nexweşxaneya Serdeşt û piştre veguhestine bajarê Mahabadê.