Dewlet nîne, gel seferber e

Saziyeke dewletê, komeleyek, cemaetek, weqfeke nêzî dewletê rojên destpêkê li holê tune bûn. Refê xwe diyar kiribûn, lê belê gelan jî refê xwe diyar kiribûn û seferber bûbûn.

Dema ku me berê xwe dan herêma erdhejê me bi asta hilweşîn û êşê nizanî bûn. Bi vê rewşa nediyar em bi rê ketin. Rawestgeha me ya destpêkê Hatay bû. Tenê armanceke me hebû; êş û hêrsê parve bikin û ragihînin.

Di vê rewşa nediyar de ya ku hêviya me mezin dikir, baldarî û hemxemiya gelan a ji bo herêma erdhejê bû. Di rê de bi sedan wesayit, barhilgir hebûn ku berê xwe dabûn herêma erdhejê ji bo destê xwe yê alîkariyê dirêj bike. Mirovên ku bi hewldanên şexsî li hev kom bûn, tişta ku dewletê nedikir, dixwestin wê bikin. Bi derfetên xwe dixwestin bersivê bidin banga ji bo alîkariyê. Bi sedan, bi hezaran mirovî bi wesayitên xwe, yan jî bi wesayitên kirêkirî, bi derfetên xwe alîkarî dibirin. Bêyî ku li zor û zehmetiya lê rast bên bifikirin, pirsgirêkên di nava jiyana xwe de danîn aliyekî û ji bo alîkariyê bi rê ketibûn. Li rawestgehên bêhnvedanê, di rê de yekane tişta ku min dît; daxwaza xizan, karker û kedkaran a ji bo piştevaniya li hev bû.

DEWLETÊ BI RAWESTANDINA BARHILGIRAN XWE NÎŞAN DA

Rojê destpêkê saziyeke fermî ya dewletê, komeleyek, cemaetek an jî weqfek nêzî dewletê li holê tune bû. Refê xwe diyar kiribûn, lê belê gelan jî refê xwe diyar kiribûn. Karkeran jidestçûna karê xwe jî dabûn ber çavê xwe û xwe bi rêxistin kiribûn, bi mûçeyê xwe yê kêmtirîn alîkarî kom kiribûn û bi wesayitên kirêkirî alîkarî digihand herêmê. Me dewlet destpêkê li pêşiya Hatayê dît; dema ku hin barhilgirên alîkariyê sekinandibû. Nedihişt makîneyên kar derbas bibin, alîkarî dereng dixist.

HÊRS, ÊŞ Û BÊÇARETÎ

Em bi şev gihîştibûn Hatayê; ji ber dirêjahiya konvoyên alîkariyê yên gelan, rêwîtiya me 27 saetan dewam kiribû. Gava ku me xwe gihand bajêr, me êş û hêrseke mezin dît. Hîn rojek berê mirov li qadan bûn, li kolanan ji xwe re digeriya. Li vî bajarî êdî êş û hêrs hebû. Li nava serma 5 pile li binê sifirê ya zivistanê, xelkê Hatayê hewl dida li qadan xwe germ bike, agahiyê ji xizmên xwe yên di binê xirbeyan de mane werbigire.

DI ROJA 3'YEMÎN DE JÎ DEWLET TUNE BÛ

Roja 3'yemîn a erdhejê bû, wesayiteke dewletê, kesekî ji dewletê xuya nedikir. Şaredariyên muxalîf û dilxwaz kolan bi kolan digeriyan, li mirovên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hebû digeriyan, hewl didan ji wan re bibin alîkar. Hêrsa gel her saetê mezin dibû, ji ber ku dilxwaz hatibe jî gel dixwest dewletê li wir bibîne. Hesabê bacên erdhejê dipirsî, dewleta ku nehatibû şermezar dikir. Em li cihekî welê bû ku dewlet lê nebû, dewletê nedixwest lê be. Mirovên ku hors di destê wan de bû, yan jî tenê bi destê xwe hewl didan xizmên xwe, dostên xwe ji binê enqazê rizgar bikin. Tevî şoreşger û welatparêzên bi dilxwazî hatibûn, hewl didan mirovên xwe ji binê enqazê rizgar bikin.

JI BÊÇARETIYÊ RE BÛNE ÇARE

Êş, bêçaretiya mirovan ewqasî mezin bû ku hin mirovan tevî ku zanîbûn xaniyên wan ên hilweşiyayî metirsîdar in, diçûn wir û bîranînên xwe kom dikirin. Li qadeke ku dewletê hewl dida ji mirovan xalî bike, ti bîranîna mirovan nemîne, mirovan hewl didan xwedî li rabirdûya xwe, li xak û bîranîna xwe derkevin, bi vî rengî diketin nava kavilan. Bi sibehê re ez li wan mirovan rast hatim ku di nava êş û hêrsê de hewl didan ji bêçaretiya gel re bibin çare. Min ew mirov dît ku ew hest da gel ku bê çare nîne. Şoreşgeran, welatparêzan bi derfetên xwe kon vedabûn, bi rêya van konan û alîkariyên hatibûn komkirin, hewl didan şorbeyekê, betaniyeyekê bide mexdûrên erdhejê, hewl didan ji wan re bibin alîkar.

Ji her derê hatibûn. Ji her dera Tirkiye û Kurdistanê, karê xwe, planên xwe betal kiribûn û bi hawara gelan hatibûn. Tevlî karên lêgerîn û rizgarkirinê dibûn, hem ji bo dilxwazan hem jî ji bo mexdûrên erdhejê cihê razanê peyda dikirin, xwarin belav dikirin. Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz birînên mexdûran pansûman dikirin.

Li cihê ku dewlet lê nebû, nedixwest lê be, şoreşger û welatparêz hebûn. Li hemberî her cûre cudahiya îdeolojîk bi êşa gel beziyabûn. Yên ku destpêkê gel hembêz kirin, nîşan dan ku bi tenê nîne, ew bûn. Li gel sermayê, li gel pirsgirêka stargehê, li gel pirsgirêka tiwaletê, li gel nebûna dewletê, wan gel bi tenê nehiştin.

HEMÛ BI KOORDÎNEYÎ XEBITÎN

Li Hatayê HDP, HDK, TÎP û TOP'ê li qadên cuda herêmên alîkariyê ava kirin û alîkariya gihîşte wan bi organîzeyî û plankirî li gel belav kirin. Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz li her derê revîre ava kirin û derman dan gel. Ji aliyê îdeolojîk ve dûrî hev jî bin, ji ber ku mijar alîkariya bi gel re bû, hemû bi rengekî koordîneyî xebitîn. Gelê ku piştevaniya bi hev re ya van rêxistinan dît, baweriya bi wan zêdetir kir. Ne tenê gel, leşkerên ku dewletê di roja 4'an de şand, neçar man ku tevî şoreşgeran bixebitin.

BI XWEŞIYA DEWLETÊ NEÇÛ

Dilxwaz gelek caran birçî razan, di nava sermayê de razan; hewl dan alîkariyê bigihînin gel. Her kesî ev hewldan, ev biryardariya ji bo akîkariyê dît. Ev rewş bêguman bi xweşiya dewletê neçû. Hewldanên provokasyonê û êrîşê çêbûn. Têrê nekir, polîsên TEM'ê, jendermeyanên bijarte daxistin qadê. Vê jî têrê nekir cemaet, komele û weqfên nêzî desthilatdariyê dehf dan. Li hemberî şoreşgeran dest bi propaganda reşkirinê kirin, lê belê li nava gel cihê xwe negirt. Gel bi israr hat herêmên şoreşgeran. Baweriya xwe bi wan anî, tevlî planên wan bû, alîkariya ku şoreşgeran da wan bi şoreşgeran re parve kir.

PIŞTÎ HATAYÊ ELBISTAN

Piştî Hatayê dema ku em çûn Elbistanê, me dît ku rewş hîn bêhtir metirsîdar e. Li Elbistanê şev bi qasî 25 pile di binê sifirê de dicemidî. Di wê sermayê de nepêkan bû ku mirov li derve bima. Li Elbistanê HDP, HDK, TÎP û Partîzan bi rengekî koordîneyî alîkarî digihandin gel. Destpêkê xwestin ku pirsgirêka gel a stargehê bê çareserkirin. Kon, sobeyên peyda kirin li gel belav kirin. Mal û gundên ku alîkarî bi wan re bê kirin tespît dikirin, alavên pêwîst tespît dikirin û dibirin malan. Bêrawestan şoreşgeran av jî be dibir ji cihê pêwîst re. Gelek caran tenê taştê dixwarin û heta êvarê bi birçî dixebitîn. Ne tenê alîkarî bi mirovan re kirin, her wiha bi heywanên li derve mayî jî kirin. Xwarin bi wan heywanên kesî ew di nava kavilan de nedidît, parve kirin, birînên wan pêçandin.

Hîn gelek tişt hene ku divê bên gotin, lê belê mirov carna hevokan peyda nakin ku pê bînin ziman. Bi kurtasî mîna ku Dayika Zore ya 65 salî ya li Elbistanê got, "Dema ku kes tune bû hûn hatin, Xwedê we kêm neke."