Dewlet li Nisêbînê dek û dolaban digerîne û gel mexdûr dike

Li Nisêbînê, ku berxwedana xwerêveberiyê di dema qedexeya derketina derve de nekarî bê şikandin û bi bomberdûmanê hate hilweşandin, mexdûriyeta gel dewam dike. Dewlet û şîrketên sîgortayê bi dek û dolaban dixwaze gel mehkûmî TOKÎ bikin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, ku di 14'ê Adara 2016'an de derketina derve lê hate qedexekirin û 134 rojan dewam kir, navçe hê jî dorpêçkirî ye. Li gorî Komîsyona Tespîtkirina Xisarê, 28 hezar top li navçeyê ketine. 6 tax bi temamî hatin hilweşandin. Gelek ji şêniyên Nisêbînê, ku mal û erdê wan hatine desteserkirin, neçar man bar bikin bajar û navçeyên li derdorê.

Di dema qedexeya derketina derve ya 134 rojan de, taxên Abdulkadîr Paşa, Kişla, Zeynelabîdîn, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê bi temamî hatin hilweşandin. Hin taxên ku TOKÎ kete navê, bi têlan dor lê hate girtin. Taxên Akçatarla, Bahçebaşi, Çatalozu, Çelîkyûrt, Yakinkoy, Yenîtûran û Yildirim, di 9'ê Îlona 2016'an de li nava statuya 'rîska afetê' hatin bicihkirin.

Li 6 taxênl Nisêbînê 6 hezar 300 xanî hatin xerakirin. Gelek ji şêniyên Nisêbînê ku mal û erdê wan hatine desteserkirin, neçar man bar bikin bajar û navçeyên li derdorê.

28 HEZAR TOP HATINE AVÊTIN

Li gorî Komîsyona Tespîtkirina Xisarê ya dewletê; hêzên dewleta Tirk di dema êrîşê de 28 caran hawan û top avêtine navçeyê. Ev agahî, di rûniştina dozeke li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate qeydkirin.

ŞÎRKETÊN SÎGORTA SERÎ LI MIROVAN DIGERÎNIN

Yek ji saziyên ku herî zêde gelê Nisêbînê mexdûr dike, şîrketên sîgortayê ne. Pereyê gelek xaniyên beriya qedexeya derketina derve hatin sîgortakirin, ji ber heqê wan gelekî zêde ye, nade.

Şîrketên navborî bi gotina, 'hêmanên esasî yên peymanê hatin veşartin' hincetek dîtin û bi gotina 'dema xendek hatin kolandin, we agahî nedan' gel sûcdar dikin. Bahaneyeke din a şîrketên sîgortayê sosret e: "Bi derketina ji xaniyên xwe, we rîsk zêde kirine." Bi qasî ji sedî 12 ê buhayê xanî, pereyê eşya tê dayîn.

DOZ JÎ NIKARE WERE VEKIRIN

Li ser dayîn an jî nedayîna zerara ku mexdûr diyar dike, heta ku Komîsyona Tespîtkirina Xisarê bersiv neyê dayîn, doz jî nikare were vekirin. Parêzer ji bo vekirina dozê li bendê ne ku pêvajoya 9 mehan qanûnî tijî bibe.

PARÊZER: ÎMZEYA XWE DANÎNIN BINÎ

Hiqûqnasên li navçeyê, der barê dayîna îmzeyan de gel hişyar dikin: "Di destpêkê de perekî gelekî kêm, weke pereyê eşya ji wan re tê dayîn. Piştre bi rêya îmzeyên hatine avêtin re mîna ku li hev hatiye kirin, pereyê mayî nadin. Şîrketên sîgortayê bi bahane û derewên bêdawî, pere nadin. Gelê Nisêbînê wê mafê xwe bi dest bixe, lê ev ê hinekî dewam bike. Hemû mirovên xaniyên wan xera bûne, divê piştgiriya hiqûqî bigirin. Bila bi parêzeran bişêwirin. Ti kes ne mecbûr e bi malên TOKÎ yan jî pereyê heta niha tê dayîn razî be. Mafê wan çi ye, divê wê bixwazin."

'EM DESTÊ XWE LI BER KESÎ VENAKIN'

Îbrahîm Eren bê 65 salî, ku ji ber xaniyê wê yê ji 3 qatan hat hilweşandin li xaniyekî bi kirê dijî, bibîr xist, ku 40 salan ew li kolana Serçe ya taxa Abdulkadîr Paşa dima û got, "Min hemû zarokên xwe li wir mezin kir. Me cih û warên xwe neterikand, lê xaniyê bi kirê bi zorê bi destê me ket. Em li qatê jêrî sê malbat bi hev re dijîn. Em destê xwe li ber kesî venakin. Hemû keda me hilweşandin."

Eren diyar kir dema çû avahiya hikumetê, gelek kaxiz bi wî dane îmzekirin û got, "Heta niha ti destek ji me re nehat. Me xaniyê xwe bi sîgorta kiribû, lê ew jî êdî telefona xwe jî venakin. Me sûcdar nîşan didin. Eger xaniyên me xera nekiribûna, me ye dîsa çêbikira. Ez çi bikim ji daîreya ku TOKÎ bide. Xaniyê min têra hemû apartmanên wan dikir."

'HILWEŞANDIN, EM Ê MAFÊ XWE JI WAN RE NEHÊLIN'

Resûl A. anî ziman, ku di bedêla eşya de 4 hezar lîre li Komîsyona Tespîtkirina Xisarê girtiye û kaxiza dane wî bêyî bixwîn îmze kiriye û got, "Em bi cîranan çûn hevdîtinê. Ji me re gotin, wê pere bidin û yên mayî jî li gorî rapora li ser xaniyên me bidin. Ez jî tengav bûm, min jî ji wan girt. Em hîn bûn ku bi îmzekirina wê kaxizê re hewl didin pereyê mayî nedin. Niha parêzer di dewrê de ne. Em ê mafê xwe ji wan re nehêlin. Quriş bi quriş em ê ji wan bigirin, ji ber ku wan ev der xera kirin."