‘Dewlet cenazeyê zarokên me jî nade’

Cenazeyê Hidir Çalli û Taylan Kûtlar ku li navçeya Pilûr a Dersimê şehîd bûbûn hê jî nedane malbatên wan.

Xidir Çalli û Taylan Kûtlar ên di 10'ê Tîrmehê de li Navçeya Pilûr a Dersimê şehîd bûbûn, malbatên wan bi boneya rayedarên dewletê cenazeyê zarokên wan bide wan, li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de Parlamenterê HDP'ê yê Stenolê Mûsa Pîroglû, Dayikên Şemiyê û gelek kesên din amade bûn. Malbatan li salona şaxa ÎHD'ê pankarta ku wêneyê Çalli û Kûtlar li ser heye ya "Bila cenazeyê me teslîm bikin" vekirin.

Ewil parêzer Sezîn Uçar axivî û diyar kir ku heta niha rastî gelek rewşên wisa hatine û wiha got: “Cenazeyên ji Goristana Xerzan girtin û hêj nedane malbatan mînaka ve yekê ye. 2 meh in muwekîlên me jiyana xwe ji dest dane. Nedayîna van cenazeyan û êşkenceya li cenazeyan tê kirin berhemê aqilê dewletê ye. Êdî Saziya Tipa Edlî jî kiriye amûrê vê yekê. Testa DNA  bi hêsanî di nava çend rojan de diyar dibe. Lê 2 meh in hêj testa DNA diyar nekirine û cenaze nedane malbatan. Ev li dijî hiqûqa Tirkiyeyê ye. Li dijî peymana navneteweyî Tirkiye îmze avêtiyê.

Hevseroka ANYAKAY DER'ê Sultan Karasû jî anî ziman ku nedayîna cenazeyan polîtîka dewletê ye û wiha axivî: "Berê jî li Oleka Jor li Goristana Xerzanê nêzî 270 cenaze derxistin û birin. 2 sal derbas bûn, lê hêj ev cenaze nedane malbatan. Ev bûye polîtîkaya dewletê. “

Rêveberê ÎHD'ê yê Stenbolê Huseyin Aygul jî anî ziman ku ev yek li dijî wîjdanê civakê û li dijî mafên mirovan e û wiha got: "Tu kes nikare mafê malbatek din a definkirina cenaze asteng bike. Ev sûcê şer e. Ev binpêkirina mafên mirovan e. Divê êdî ev binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe. Divê êdî cenazeyan bidin malbatan."

Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglû, jî ziman ku nedayîna cenazeyan di dîroka mirovahiyê de hatiye naletkirin û wiha got: "AKP êrîşî nirxên mirovan dike û li ser pêyan xwe dihêle. Ev pêkanîn berê li Rojava jî kirin. Cenazeyên ji rojava dihatin nedidan malbatan. Desthilatdarî êrîşî hemû tiştên li dijî xwe dike. Em bi hev re li cenazeyên zarokên xwe xwedî derkevin.”

Herî dawî Emrah Topaloglû daxuyanî da û diyar kir ku 60 roj in cenazeyê Çalli û Kûtlar nadin malbatan û wiha got: “Malbatan piştî agahiya kuştinê bihîstin bi rêya parêzeran serî li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê dan. Ji bo testa DNA mînaka xwînê dane. Piştî mehek şûnde bi hinceta xwîna bira nabe, vê carê mînaka xwînê ji dayik û bav stendine. Di ser minaka duyemîn a dayik û bav re 1 meh derbas bû. 2 meh in cenazeyan nadin. 2 meh in em di navbera Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, Edliya Dersimê û Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê de diçin û tên. Li aliyekî malbat bi êşa kuştina zarokên xwe dijîn, li aliyê din, ji ber malbat nikarin cenazeyên zarokên xwe bistînin êşê dikişînin. Parêzerên malbatan dîsa serî li saziyên Tipa Edlî dan, lê diyar kirin ku hêj encam diyar nebûye. Lê dema me ji kesên cuda pirsin, diyar kirin ku beriya Cejnê ji saziya Tipa Edlî encam derketiye ku li hev hatine, lê çima carek din mînakên duyemîn dixwazin. Em dixwazin cenazeyan bidin û êdî bes bên astengkirin."