BI DÎMEN

'Dewlet bi kuştina zarokên me êşa me giran dike'

Yek ji malbatên ku li Kurdistanê berdêlên giran dane, malbata Kaymaz e. Ji nava malbatê jî êşa herî giran bûye para dayik Makbûle Kaymaz. Kaymaz qala kurê xwe Ûgûr, hevserê xwe Ahmet û malbata xwe Kaymaz kir.

Dayik Makbûle Kaymaz qala çîroka malbata xwe kir. Dayika Makbûle, piştî ku kurê wê Ûgûr û hevserê wê Ahmet hatin kuştin, dest bi kar kir û zarokên xwe da xwendin. Lê belê ji ber ku qeyûmê dest daniye ser şaredariya Qoserê ew ji kar derxist, ji derfetên madî bêpar maye.

'DI EMREKÎ BIÇÛK DE HATIM ZEWICANDIN'

Dayika Makbûle xizma hevserê xwe Ahmet Kaymaz e û ji gundê Bakeyse yê Mêrdînê ye. Ahmet Cotkariyê dike. Mirovekî dilnizm, kedkar e û li nava gund jê tê hez kirin. Makbûle jî hê di emrê zarokatiyê de ye. Dibêje rojekê malbata Ahmet tê xwestina wê. Dayika Makbûle dibêje ew li ber vê rabûye, lê belê ji ber zexta dayika xwe ku dotmama Ahmet e neçar maye qebûl bike. Di destpêka salên 90'î de bi Ahmet re dizewice. Nikarin dawetê çêbikin, ji ber ku berî dawetê xizmekî wan jiyana xwe ji dest dide.

PIŞTÎ KU ÛGÛR JI DAYIK BÛ, GUNDÊ WAN HAT ŞEWITANDIN

Dayika Makbûle dibêje, kedkarî, hezkirin û hurmeta AHmet wê gelekî kêfxweş dike û zewaceke bi dilê xwe dijî. Di sala 1992'an de zarokê wan ê destpêkê Ûgûr ji dayik dibe. Piştî ji dayikbûna Ûgûr, dewleta Tirk cerdevaniyê li gundê wan ferz dike. Gundî cerdevaniyê qebûl nake û gundê wan tê şewitandin.

KOMKUJIYÊN LI DIJÎ MALBATA KAYMAZ DEST PÊ DIKE

Dayika Makbûle û Ahmet, piştî ku gundê wan hat şewitandin tevî kurê xwe Ûgûr bar dikin navçeya Qoser a mêrdînê. Ahmet li vir dest bi ajokariya qemyonê dike. Beşek ji malbata Kaymaz wê çaxê li gundê Bafawa yê nêzî gundê Bakeyse dijî. Dayika Makbûle dibêje, Hasan Kaymaz ê li gundê Bafawa dima, di sala 1993'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hat kuştin. Makbule dibêje, "Komkujiyên dewletê û cerdevanan li dijî malbata me, bi kuştina Hasan re dest pê kir."

Îşkence û zexta li malbata Kaymaz bi demê re zêde dibe. Gelek endamên malbatê tên binçavkirin, îşkence li wan tê kirin û tên girtin. Dayika Makbûle bi dewamî dibêje, "Piştî ku Hasan hat kuştin, di sala 1994'an d vê carê cerdevanên gundê Bafawa bi desteka hêzên dewletê Şehmûs û Fevzî Kaymaz ên cerdevanî qebûl nekirin, kuştin."

Li dijî van zext, zordarî, girtin û kuştina li malbata Kaymaz dihat kirin, Abdulvahap Kaymaz berê xwe dide çiyê. Abdulvahap Kaymaz di sala 1995'an de li herêma gundê Ewîna yê Mêrdînê di şer de şehîd dibe.

Kurê wan ê duyemîn Habîp jî di heman salê de ji dayik dibe û kêm jî be êşa bi şehîdbûna Abdulvahap rû da, kêm kir. Dayika Makbûle anî ziman, ku piştî ji dayik bûna Habîp dayika Ahmet li cem wan bi cih bûye û di dawiya sala 1996'an de keça wan Emîne ji dayik bûye. Zarokê herî dawî yê malbata Kaymaz jî Alî ye.

AHMET TÊ GIRTIN

Hevserê wê Ahmet demeke kurt piştî ji dayikbûna keça wan tê girtin û wî dibin girtîgeha Qoserê. Ahmet piştî ku salekê li girtîgehê dimîne tê berdan.

Ji bo malbata xwe xwedî bike bi qeymyonê bar dibe Iraqê û tîne. Dayika Makbûle dibêje, "Êdî pêdiviyên me zêde bûbû. Ji aliyekî ve barê malbatê, li aliyê din jî dilsoziya bi têkoşînê re, li ser milê Ahmet bû. Ahmet bi her tiştê me re eledar bû."

'ÛGÛR ALÎKARÊ BAVÊ XWE BÛ'

Ûgûr êdî hatiye dema destpêkirina dibistanê. Dayika Makbûle anî ziman ku kurê wan Ûgûr ji aliyekî ve diçû dibistanê, li aliyê din jî alî bavê xwe dikir. Dayika Makbûle destnîşan kir, ku Ûgûr gelekî bi bavê xwe ve girêdayî bû û got, "Ûgûr û bavê wî gelekî baş bûn. Mîna hevalê hev bûn, qet ji hev nediqetiyan. Tevî ku hê nû dest bi dibistana seretayî kiribû, Ûgûr alîkarî dida bavê xwe."

KEDKARÊ BIÇÛK ÛGÛR

Piştî bi salan, Ûgûr digihêje sala dawî ya dibistana seretayî. Sala 2004 e. Ûgûr ji dayika xwe dixwaze erebeyeke biçûk a destan bikire. Dema bavê Ûgûr bi qemyonê bar dibe Iraqê û tê, Ûgûr jî bi vê erebeya destan li sûka Qoserê barê mirovên hatine sûkê dibe malên wan û bi vî rengî alîkariya aborî li malbata xwel dike. Tevî vê yekê, Ûgûr di dersên xwede jî gelekî serketî ye. Dayik Makbûle dibêje, "Ûgûr zarokekî jîr û jêhatî bû. Zerara nedida kesî. Min rojekê nebihîst ku bi kesî re şer kiriye. Hez ji hevalên xwe dikir."

Û EW ROJA LENET LÊ BÛYÎ...

Malbata Kaymaz tevî hemû zext û zora dewletê û komkujiyan jî, xwe li jiyanê girt. Di nava salên 2000'î de bi pêvajoya şernekirinê re malbat jî hinekî rehet bû bû. Lê belê zîhniyeta kujer a hêzên dewleta Tirk mîna her serdemê wê pêvajoyê de jî dev ji wan bernedia. Ûgûr û xwişk-birayên wî ku berî hefteyekê di cejnê de kincên xwe yên nû li xwe kirin, şekir dan hev, di êvara Yekşemê (24'ê Mijdarê) de amadekarî dikirin ku sibe biçin dibistanê. Bav Ahmet jî piştî betlaneya cejnê amadekarî dikir sibehê bar bibe Iraqê. Dayika Makbûle ji hevserê xwe Ahmet re xwarina herî zêde jê hez dikir fasûle û savar çêkir. Ahmet xwarina xwe dixwar. Di vê kêliyê de bi Ûgûr re jî henek dikir. Dayik Makbûle ji bo şuştinê ji Ûgûr dixwaze qazaxê di cejnê de li xwe kiriye ji xwe bike. Ûgûr ji xwe dike.

Dayika Makbûle dibêje "Ji wê kêliyê û pê ve Ûgûrê min êdî nekarî wî qazaxî li xwe bike" û wiha dewam dike: "Kincê xwe yê cejnê ji xwe kir. Min ew şuşt. Ahmet jî riya xwe qusand, xwe şuşt. Her jî mîna biçin cejnê xwe amade kiribûn. Ûgûr çakêtê xwe yê kot û li binî jî pantolonê kot ê spî li xwe kir. Ahmet jî ji ber ku wê sibe biça Iraqê pêwîstî û betanî wê bixista nava qemyonê. Ûgûr jî xwest bi wî re biçe. Bi hev re derketin. Piştre jî dengê çekan hat. Min ji xwesûya xwe re got, "Ahmet û Ûgûr derketin, piştre dengê çekan hat." Derketim ber derî. Min li cem qemyona Ahmet hin kes dît, lê min baş fêhm nekir. Dûre dîsa ketim hundir."

JI BER KU BI TIRKÎ NIZANE, NIZANE KU KURÊ WÊ HATIYE KUŞTIN

Piştî ku dayika Makbûle dikeve hundir, hêzên dewletê dor li xanî digirin. Dayika Makbûle tevî zarokên xwe derbasî mala cîranê xwe dibe, ku meleyê taxê ye. Dayika Makbûle anî ziman, ku polîs ketin hundir xanî, ew ji xanî dexistin û birin malê. Dema wan tînin malê, wezîfedarek tê cem dayika Makbûle û jê re dibêje "Serê we sax be". Dayika Makbûle dibêje, "Ji ber ku ew kes bi Tirkî axivî, min fêhm nekir ku kurê min hatiye kuştin. Kurê min Habîp jê fêhm kir, lê wî jî negot."

POLÎSÊN KU ÛGÛR Û BAVÊ WÎ UKŞTIN, ÊRÎŞÎ WÊNEYÊN WAN JÎ KIRIN

Dayika Makbûle diyar kir, polîsên li nava malê geriyan, wêneyên Ûgûr û bavê wî ji dîwêr kirin û parçe kirin. Dayika Makbûle got, "Mala me ser û bin kirin, heqaret kirin, piştre em binçav kirin." Dayika Makbûle di binê çavan de jî haya wê jê nîne ku kur û hevserê wê hatine kuştin. Roja ku cenazeyên wan bên rakirin dayika Makbûle tê berdan û qala wê demê dike: "Piştî binçavkirinê ez birin mizgeftê. Ez êdî pê hesiyam. Min li mizgeftê cenazeyên Ûgûr û bavê wî dît. Xwîn ji çavên Ahmet hatibû, bedena biçûk a Ûgûr jî parçe bûbû. 13 gule berda bûn bedena kurê min ê 12 salî."

'DEWLET HÊ JÎ ZAROKÊN ME DIKUJE'

Dayika Makbûle dibêje ew ê wê kêliyê ti carî ji bîr neke: "Ez ti carî ji bîr nekim. Ji xwe nikarim Ûgûr, gotinên wî ji bîr bikim." Dayika Makbûle destnîşan dike ku zarokên Kurd hê jî tên kuştin û êşa wê roj bi roj kûrtir dibe. 

DI ROJA SALVEGERA KUŞTINA KURÊ WÊ DE EW JI KAR DERXIST

Tevî van êşên dikişîne, her wiha dewletê karê dayika Makbûle jî jê girtiye. Qeyûmê ku dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, di 24'ê Mijdarê roja salvegera kuştina kurê wê de ew ji kar derxist.

'DEMA MIN CENAZEYÊ CEMÎLE DÎT, ÊŞA ÛGÛR CAREKE DIN KET DILÊ MIN'

Dayika Makbûle dibêje, yekane daxwaza wê ew e, ku dewlet bes zarokên Kurd bikuje û tîne ziman ku dema Cemîle ya biçûk a li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat kuştin û bi rojan nehiştin cenazeyê wê bê veşartin û rewşa dayika wê dît, êşa Ûgûr careke din ketiye dilê wê.