Destûr nehat dayin ku wekîlên HDP'yî tevlî merasîma cenaze bibin!

Polîsên Trik dor li Goristana Yenîkoyê ya Amedê girtin ku cenazeyê gerîlayê HPG'ê Devrîm Turk wê lê bihata veşartin. Polîsên Tirk nehiştin ku wekîlên HDP'yî tevlî merasîma cenaze bibin.

Roja 25'ê Tîrmehê ji ber bomberdûmana balafirên şer a li bejahiya navçeya Pasûrê ya Amedê gerîlayê HPG'ê Devrîm Turk (Hêvîdar Amed) şehîd bûbû. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê piştî hewldanên demdirêj ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Malbatê cenaze ji Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl rakir û li Goristana Yenîkoyê merasîmek lidar xist.

POLÎSÊN TIRK DOR LI MIZGEFTÊ GIRTIN

Beriya nimêja li mizgefta li nava goristanê bê kirin, bi sedan polîsên Tirk bi wesayitên zirxî û TOMA'yan dor li mizgeftê girtin.

Wekîlên HDP'yî Mûsa Farisogûllari, Selçûk Mizrakli û Remziye Tosûn jî di nav de komek ji rêveberên HDP'yî ji bo tevlî merasîmê bibe berê xwe da goristanê. Lê belê polîsên Tirk nehiştin wekîl û rêveberên HDP'yî xwe bigihînin nava goristanê.

Cenaze bi merasîma ku tenê destûr ji malbatê re hate dayin, hate veşartin.